Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Qamişlo pêşwaziya Barzanî dike

Qamişlo pêşwaziya Barzanî dike

02 Eylül 2012 Pazar 18:03
Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana kampa Dumîz (Qamişlo) kir. Barzanî ji nêz ve rewş û kêmasiyên kurdên rojavayê Kurdistanê lêkolîn kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê serdana xwe de serdana çend malan kir û ji amadevanan re wiha got: “Hûn li vir ne mêvan in, hûn Kurd in, evder Kurdistan e û Kurdistan mala we ye.”

Endamê komîteya rêveberiya kampa Dumiz Berzan Behram derbarê serdana Barzanî ya ji bo kampê ji Rûdawê re got: “Îro ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê rojekî dîrokî bû. Wekî xelkê rojava li Qamişlo bin, xêrhatina Barzanî kirin. Penaberên vê kampê tevî hinek pirsgirêkan, lê îro bi keyfxweşî pêşwaziya vê serdana kek Mesûd kirin.”

Berzan Behram wiha pêdeçû: “Serokê Herêma Kurdistanê rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê bi çavê xwe bînî. Di  nava kolanên kampê de geriya, çû çend malan û ji nêz ve guhdariya daxwazên xelkê kir.”

Behram anî ziman ku li Kurdistanê ji wan re dibêjin penaber û wiha pêdeçû: “Mixabin ez kurd in û li Kurdistanê peyva ‘penaber’ bo me tê bikaranîn, lê ev rastiyeke û heye. Li vir nêzî 15 hezar penaber dijîn, rewşa wan wekî ya hemû penaberên cîhanê ye. Xizmetkirin heye, lê ligel wê yekê jî hinek kêmasî hene û hêvîdarîn ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekî herî kurt hewl bide ku çareser bike.”

Piştî dest pê kirina şoreşa gelên Sûriyê, hêjmarek zêde ya kurdên rojavayê Kurdistan û kurdên rûniştvanên bajarên wekî, Helep, Şam û navçeyên din ên Sûriyê penaberî Herêma Kurdistanê bûn. Niha tenê li kampa Dumîz hezar û 300 xêzan û nêzî 4-5 hezar kesên ne zewicî dijîn. Hêjmara giştî jî digihe nêzî 15 hezar kesî.

Endamê komîteya rêveberiya kampa Dumîz Berzan Behram serdana Serokê Herêma Kurdistanê bilind nirxand û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hatina Barzanî ya nava penaberên rojavayê Kurdistanê peyamekî herî giring a ji bo berdewambûna helwesta Kurdan a ji bo piştgirîkirina li gelê rojavayê Kurdistanê ye û dilgermiyeke ji bo penaberên wê kampê.”(Rûdaw)

Diğer Haberler