Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Qayyum danîn ser 3 şaredariyên Wanê

Qayyum danîn ser 3 şaredariyên Wanê

17 Şubat 2017 Cuma 14:51
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Serokê Şaredariya navçeya Miksê ji kar hate dûrxistin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh serokê şaredariyên navçeyên Saray û Ebexê yên Wanê ji kar dûrxistibû û qayûm danîbû ser şaredariyan. 

Di çarçoveya lêpirsîna Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya li hember şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de îro jî Serokê Şaredariya Miksê Mehmet Garib Aykut ji kar dûrxist.

Bi biryara wezaretê Qaymiqamê Miksê Serhat Karabektaş weke qayyum hate destnîşankirin.

Bi vî awayî 12 şaredariyên Wanê, bi tevê Şaredariya Bajarê Mezin kete destê qayyûman de.

Herwiha li seranserê Bakûrê Kurdistanê hejmara şaredariyên ku qayyum li wan hatiye danîn, bûne 80 şaredarî.

Rûdaw

Diğer Haberler