Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Qedexeya zimanê kurdî dîsa bû rojev

Qedexeya zimanê kurdî dîsa bû rojev

22 Temmuz 2012 Pazar 14:23
Li Amedê navên kurdî ên li cihên cure hatine dayin hatin qedexekirin û li Colemergê jî navê Dibistana Bilind a bajêr bi awayekî nîveҫiqandî bû bi kurdî.

Li navҫeya navendî ya Peyas a Amedê navê navendek ҫandê û yê 19 parkan ku bi kurdî ne, ji hêla dadgeha îdarî ya bajêr ve hate qedexekirin.

Di serî de navê Navenda Ҫandê ya Ciwanan a Cîgerxwîn ku li Amedê ye ku xizmetên ҫandî û perwerdehî dide, navên parkên mîna Derwêşê Evdî, Sosin, Rojbîn, 33 Kurşun, Yek Gûlan, Roşna û Aşitî hatin qedexekirin.

Şerê meclisa bajêr û dadgehê

Meclisa şaredariya Payasê di sala 2009´an de navê navenda ҫandê wekî navê şairê kurd  Cegerxwîn danîbû û ji bo erêkirinê serî li qeymeqamtiya Peyasê dabû. Lê belê qeymeqamtiyê bi sedema ku peyva ´Cegerxwîn` di ferhenga Saziya Zimanê Tirkî (TDK) de tune ye, ev daxwaza şaredariyê red kiribû. Li ser vê yekê meclisa şaredariyê bi heman şêweyî cara duyemîn biryara xwe dubare kiribû û careke din serî li qeymeqamtiyê dabû. Qeymeqamtiyê jî vê carê serî li mehkemeya îdarî ya Amedê dabû. Mehkemeya îdarî ya bajarê Amedê jî ji ber nebûna van navan a di ferhenga TDK´ê de, ev nav li ser daxwaziya qeymeqamgtiyê qedexe kirin. Niha jî parêzerê şaredariyê bi armanca betalkirina vê biryarê serî li dadgehek bilind dan.

Navekî kurdî yê nîvperҫiqî

Di vê navberê de li Colemêrgê navê dibistantanek bilind a bi navê ´Hakkari Üniversitesi´ ji hêla birêveberiya wê ve wekî "Ҫölemerik" hate guharandin. Digel mebest bi guhertina nav destnîşana kurdîkirina navê wê Dibistana Bilind jî be, li gor zimanzanan ´xapandinek zimanî´ di navguhertinê de heye. Navê kurdî yê bajêr yê niha di nava gel û di wêjeya kurdî de rûniştiye, Colemêrg e û pîta ´ö´ ku di alfabeya kurdî de nîn e, di nava vî navê nû li dibistanê hatiye kirin re derbas dibe.

Rûdaw-Radikal

Diğer Haberler