Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Qurbanê 7’ê Di Artêşa Sûrî De Dîsa Ji Dêrîkê Ye

Qurbanê 7’ê Di Artêşa Sûrî De Dîsa Ji Dêrîkê Ye

24 Ağustos 2010 Salı 05:07
Hate zanîn, malbata leşkerê kurd Şiyar Osman Osman roja 22’ê Tebaxa 2010’ê termê lawê xwe yê 19 salî wergirt, wiha jî îsal ev dibe qurbanê 7’ê ji ciwanên kurd di artêşa Sûrî de.
Hate zanîn, malbata leşkerê kurd Şiyar Osman roja 22'ê Tebaxa 2010'ê termê lawê xwe yê 19 salî wergirt, wiha jî îsal ev dibe qurbanê 7'ê ji ciwanên kurd di artêşa Sûrî de.

Li gor belavokeke taybet îro gihişte AKnewsê ji rêxistina mafên mirovan li Sûriyê MAF, tê de nivîsiye, “Malbata leşkerê kurd Şiyar Osman Osman roja 22'ê Tebaxa 2010'ê termê lawê xwe yê 19 salî ji desthelata Sûrî wergirt, yê erkê leşkeriyê di artêşa sûrî de dikir ku li yekîneyeke leşkerî li Xan el-Şêx ya bi ser parêzgeha Şamê de dima.”

Derbarê mirina wî de, belavok aşkere dike, “Berpirsên leşkerî gotin ku Şiyar bi xwe, xwe kuştiye, lê hin çavkaniyên din gotine ku fîşekek li zikê wî ketiye û pê miriye.” Her wiha hatiye gotin, “Ew ji 8 mehan de çûye leşkeriyê, û tenê ev 3 roj in, cihê wî hatiye guhartin û hatiye şandin bo Xan el-Şêx.”

Her wiha belavok hinek zanyarî li ser kesayetiya wî dide, “Navê wî, Şiyar Osman Osman e, diya wî Fatme, jidayîkbûna 1991 ji herêma Dêrîka Hemko ye, ya bi ser parêzgeha Hisiça ve bakur-rojhilatê Sûriyê.”

Hêjayî gotinê ye, bi kuştina Şiyar Osman Osman, îsal ev dibe dibe qurbanê 7'ê di artêşa sûrî de ji ciwanên kurd, navên wan ev in:

* Hesen Mihemed Dêro, diya wî Zêneb, jidayîkbûna 1981 ji gundê Mixûr ser bi navçeya Kobanê ve, roja 30'ê gulana 2010'ê hatiye kuştin.
* Xebat Hesen Elîko, diya wî Esme, jidayîkbûna 1991 ji Efrînê, roja 6'ê gulana 2010'ê hatiye kuştin.
* Osman Mistefa Bozan, diya wî Medîne Elo, ji dayîkbûna 1989 ji gundê Qilêç-Wêranê ser bi navçeya Kobanê ve, roja 15'ê nîsana 2010'ê hatiye kuştin.
* Îsa Bekî Xelef, diya wî Xanim, jidayîkbûna 1991 ji navçeya Kobanê, roja 10'ê Çile 2010'ê hatiye kuştin.
* Nicmdîn Hesen Dalo, ji dayîkbûna 1991 1991 ji gundê Hêkçe ser bi herêma Efrînê ve, roja 7'ê hezîrana 2010'ê hatiye kuştin.
* Mistefa Ebdo, diya wî Wezhe, jidayîkbûna 1982 ji gundê Mercê ser bi herêma Dêrîka Hemko ve ye, roja 12'ê Tebaxê 2010'ê hatiye kuştin.

Her wiha di raporeke Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî YASA de, hatibû aşkerekirin, “Ji beriya 5 salan ve û ta niha 35 leşkerî di dema pêkanîna erkê parastina welat de di artêşa Sûriyê de di rewişine nepend de jiyana xwe ji dest dane”.

Derbarê şêweyê mirina leşkeran de raporê gotibû, “Ji malbatên wan re tenê tê ragihandin, ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye bêyî ku sedemên mirinê bêne diyarkirin. Her wiha hêzên ewlehiyê agahiyên ne rast derbarê mirina wan didin malbatên wan, malbat jî neçar dimînin, ku her tiştî bipejirînin, daku bi kêmanî termên zaroyên xwe bi dest bixin û karibin wan binax bikin”.

Tê zanîn ku ev kiryarên han û fişar û guvaş li ser kurdên Sûriyê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêk tên îsal û di vê dema dawî de, bi awayekî berçav zêde bûne.

Hêjayî gotinê ye, ku kurd li Sûriyê netewya duyem in, anku serjimêriya wan derdorî 3 milyon kurd heye û rêjeya kurdan ji serjimêriya giştî ya Sûriyê ji sedî 121-17 in.

AKnews

Diğer Haberler