Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Redkarê Wîcdanî Halîl Savda: Bila Tirkiye peymanên navnetewî qebûl bike

Redkarê Wîcdanî Halîl Savda: Bila Tirkiye peymanên navnetewî qebûl bike

31 Ağustos 2012 Cuma 10:16
Redkarê Wîcdanî Halîl Savda ku tenê ji bo leşkeriyê nake 17 meh di girtîgeha leşkerî de ma, da zanîn ku li Tirkiyê hejmara Redkarên Wîcdanî 400 e û divê Tirkiye peymanên navnetewî yên leşkeriya bi darê zorê ji holê rakirine, qebûl bike.

Li Tirkiyê leşkerî, neçarî ye. Ji ber ku dema ciwanek leşkerî neke, an divê pareyek gelek giran bide, an jî bi salan di zîndana leşkerî de bimîne. Li hemberî vê yekê, tevgera Reda Wîcdanî hatiye destpêkirin. Endamê vê tevgerê Halîl Savda, yek ji mexdûrên vê pêkanînê ye. Savda, pirsên Rûdawê yên li ser Reda Wîcdanî bersivand.

Li Tirkiyê tevgera reda wîcdanî kengê destpê kir?

Reda wîcdanî di sala 1989’an de destpê kir. Di wan salan de, di navbera tevgera kurd û dewletê de şer destpê kiribû û ciwan dihatin kuştin. Her roj leşkerên tirk gund dişewitandin, gund vala dikirin û zordarî li gelê kurd dikirin. Leşkeran li çiyayen Kurdîstane operasyon dimeşandin û daristanên Kurdistanê dihatin şewitandin û xortên kurd û tirk dihatin kuştin. Şerekî dijwar hebû.Vî şerî, mîlîtarîzma tirk xurt dikir û di nav gel de fikrê nijadperestî zêde dibû. Tayfun Gonul û çend kesên din, fikrê anarşîzmê diparastin, li hember vî şerî sekinîn û gotin “em naçin leşkeriyê, em li hemberî şer in.” Têkiliya di navbera şerê li Kurdistanê û Reda Wîcdanî de, ji ber vê yekê teybet e. Ya din jî, li hember mîlîtarîzme u nijadperestiyê çalekiya reda wîcdanî û sekinandina li hember şer, gelekî pêwîst bû. 

Çima pêwîstî bî Tevgera Wîcdanî heye?

Reda Wîcdanî teybetiya xwe ji naveroka xwe distîne. Di naveroka wê de sekna li dijî şer heye û li hember feraseta serdest û zordariyê ye. Li Kurdistan û Tirkiyê her roj leşker û gerîlla tên kuştin. Her roj nijadperestî bi destê çapemeniyê û dewletê tê çêkirin. Ji ber vê yekê aştî xwestineke lezgîn e. Redkarên Wîcdanî, daxwaza aşîtiyê dikin. Di demeke zû de ku aşîtî çênebe, jiyan dê bi her awayî bimre. Ev jî, qirkirina mirovahî u xwezayê ye. Ji bo wîcdaneke paqij, divê em li hember dagirker û zordestan serê xwe netewînin. Em serê xwe li hember zordestan bitewînin, wê demê wîcdana mirovahiyê jî namîne. Ev mirina herî pîs e.

Hejmara Redkarên Wîcdanî li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê çend e?

Hejmara Redkarên Wîcdanî, nêzî 400 kesî ye. Beriya niha ciwanên kurd li hemberî Reda Wîcdanî eleqeyeke kêm nîşan didan, lê ev nêzî 2 salên dawî, eleqeyeke girîng nîşan didin. Ez bawer im her diçe ev eleqe zêdetir dibe. Ji bo jiyaneke azad û bê şer, divê ev şer xilas bibe. Lewma jî, çalekiya Reda Wîcdanî şert e.

Zehmetiyên ku Redkarên Wîcdanî dijîn, çî ne?

Yek ji van zehmetiyan; kesên ku dibin Redkarê/a Wîcdanî, dikevin zîndanên leşkerî. Di zîndanê de demeke dirêj dimînin û di vê demê de rastî zext û zordariya leşkeran tên. Redkarên Wîcdanî ne tenê di zîndanê de, li derve jî heman zehmetiyan dijîn. Jiyaneke mirî ya sivîlan dijîn. Ji ber ku tu mafê wan tune. Jiyaneke mirovane, xebateke li ser esasa mirovane, tenduristî, ger, aborî û xwedî tiştek bûyîn, tune. Hemû mafên wan tên binpêkirin.

Niha çend redkarên wîcdanî di girtîgehê de ne, çend ji wan tên darizandin û çend ji wan ceza xwarine?

Redkarê Wîcdanî Alî Fîkrî Işik, niha di Zîndana Leşkerî de ye. Ji ber ku Redkarê Wîcdanî ye, li Dadgeha Leşkerî tê darizandin. Her wiha Osman Murat Ulke û Mehmet Tarhan jî li Dadgeha Leşkerî tên darizandin. Ger dadgeh biryar bide, ewê wan bikin Zîndana Leşkerî. Heta niha 7 Redkarên Wîcdanî ketine Zîndana Leşkerî û hê jî girtî ne.

Li DMME'yê çend doz li hemberî Tirkiyê bidawî bûne?

Heta niha 4 doz in. Tiştê balkêş ew e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê (DMME) di her çar dozan de jî Redkarên Wîcdanî mafdar dîtin û ji dewleta Tirkiyê re got “Divê tu Reda Wîcdanî qebûl bikî." Pêwîst e ku Tirkiye li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewrupayê tevbigere û biryara dadgehê bicih bîne, lê heta niha ev yek pêk nehatiye.

Ji we re piştgiriya netewî heye an na?

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi her awayî piştgirî dide me. Gelek parazvanên mafên mirovan, çend nivîskarên demokrat û muxalif, her tim Reda Wîcdanî diparêzin.Têkiliyên me bi Rêxistina Efuyê ya Navnetewî (AI) re heye. AI Reda Wîcdanî her tim dike rojevê û kampanyayên ji bo qebûlkirina Reda Wîcdanî dimeşîne. Ji bo ez ji zîndanê bêm derxistin jî kampanyayek meşandibûn. Rêxistina Navnetewî ya Dijberên Şer gelek caran piştgirî da min. Ji ber ku mafên min ji aliyê dewleta tirk ve hatin binpêkirin, li cem min cih girt.

Xelîl Savda kî ye?

Di sala 1974’an de li Cizîra Şirnexê ji dayîk bûm. Wek hemû ciwanên demokrat, çep, anarşîst, oldar an jî walatparêz yên ku mafê gelê xwe diparastin, min jî mafên gelê xwe parast. Lewma jî, ji doza PKK'ê 10 sal di zîndanê de mam. Piştre, leşkeran destê min kelepçe kir û bi darê zorê ez birim leşkeriyê. Lê min cilên leşkerî li xwe nekir, çeka leşkeran nestend û bûm Redkarê Wîcdanî. Piştre 17 mehan di zîndanên leşkerî de mam.(Rûdaw)

Diğer Haberler