Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Referandûma 12 îlonê

Referandûma 12 îlonê

26 Ağustos 2010 Perşembe 15:01
Wek tê zanîn pirsa guherandina hin xalên qanûna esasî li Turkîyê ji bo tevgera Rizgarîya netewî a bakurê Kurdistanê pirseke grînge û lazime bê nirxandin.

Referandûma 12 îlonê  / Dr. Ekrem Önen

Referandûma 12 îlonê: Kemalîzm, Îslama siyasî û Kurd

Wek tê zanîn pirsa guherandina hin xalên qanûna esasî li Turkîyê ji bo tevgera Rizgarîya netewî a bakurê Kurdistanê pirseke grînge û lazime bê nirxandin.

Rewşa Turkî a şapatê dawî

Di van demên dawî de Turkîye ji alî raya giştî û medya cîhanê bûye welatekî balkêş, dema mirov lê binere sebebên vê balkêşîyê ên objektîv û sûbjektîv hene: Teesîra Turkîyê li herema rojhilata nave rast wê dike wek perçakî cidî ê jeopolîtîk a cîhanê: her çuqas dewleta Turk di van demê dawîde gotin ewê problemên xwe bi cîranên xwere daxe nuqta sifir lê weha diyare bi wanre derneket. Di sîyaseta dervede meşandina sîysetek pragmatîk, ne trdîtsıonel û ne standart. (wek xerakirina têkilîyên bi Îsraîl re, gav paşveavêtin di Têkilîyên bi Ermenîstanê re, xerabûna muzakereyên çareserkirina pirsgirika Kibris de her weha xweşbûna têkilîyên bi Îranê re di dema ku Îran ji alî raya giştî cîhanê ve hatîye îzole kirin û hwd. Ji alîkî din ve alozî di siyaseta hundirde (xurtkirina sîyaseteke hişk li hember tevgera rizgarîya netewî a bakurê Kurdistanê her weha ne zelalîya hinek pevçûn û şerê ku li ser navê kurdan ê ku di navbera PKK û ordîya Turk de , xebata kêmkirina teesîra ordîyê di sîyasetê de her weha têkilîyên hukûmata Erdogan bi radîkal îslamîstanre) û gelek tiştên din dibe sebebê balkêşîya dewleta Turk ji alî raya giştî û medya cîhanê ve.

Di siyaseta xwe ya derveda dewleta turk siyasetek gelek pragmatîk dimeşîne bi vê sîyasetê dewleta Turk li pêye ku ji nuhde li ser asasê rewşa serdema nuh nirx û destkeftên Xalîfatê ava bike her çuqas wek adet gelek dihesibîne ku di xwazin nirx û deskeftên Împaratorîya Osmanî ava bkin jî lê di rastîyê de dixwazin Xalîfatê ava bikin ji bo çi Xalîfat ne Împaratorîya Osmanî ji ber Imparatorîya Osmanî yek jê deshilateke sîyasîye û di nav gelek welatên Ereb û balkanan xwedî îtîbarek negatîfe lê Xalîfat desthilatîyeke Ruhanî di ser desthilata sîyasî reye. Di rêya têkilîyên aborî, teknîkî, zanistî, kultûrî, olî û gelek têkilîyên din de bi welatên Rojhilata nave rast, Balkan, Kafkas, Asya navîn û gelek welatên din re dewleta Turk dixwaze bibe Metropol û fikrên panturkîzmê, îslama sîyasî li van welatan belav dike. Nuha hin zûye mirov bêje ku dewleta Turk dixwaze an dikare ji hevalbendê xwe yê stratejîk DYA bi durkeve. Piştî hatina B. Obama ser hukmê DYA projeya mezin a Rojhilata navîn hate cemidandin her weha DYA fêm kir ku bi darê zorê nakare modela îdarî û civakî a welatên rojava li welatên musliman ferz bike ji ber wê jî nuha diwaze di rêya dewletek wek a Turkî ku karibe welatên musilman ji hundirde li gor berjewendîyê DYA bi reve bibe, ji ber wê jî mirov dikare bêje heta derecakê sîyaseta dewleta Turk a nuha teqabulî sîyaseta DYA dike.

Referandûma 12 Îlonê

Wek tê zanîn pirsa guherandina hin xalên qanûna esasî car caran hatîye rojeva Turkîyê. Her cûqas ji avakirina dewleta Turkî virde hin xal hatibin guhetin jî lê mirov dikare bêje cara pêşine ku nuha di 12 îlonê de relatîv cidî li Turkîyê ji bo guhertinê xalên qanûna esasî referandûm çêdibe. Relatîv cidîbûna vê referandûmê ewe ku ev referandûm heta derecake perçakî şerên ku di navbera du terefên dewleta Turkî de li ser bidesxistina sîstema dewletêye. Ev şer di navbera Burkrasîya eskerî-sivîl û Îslama siysî de ye, wek em di zanin ev şerê navbera van herdû terefan ji zûde heye. bi hatina AKP ser hukum ev şer ket qonxeke nuh û gelek gurîx bû ew şerê berya 10, 15 salan di pişt perdê de di bu nuha ev şer kete kuçan û êdî şûrên xwe eşkere li hev kişandine êdî dest pê kirine hevdû di kujin, digrin, dixin hepsa û hev du tasfîye dikin bi kurtî şerekî gav paşde avêtin tuneye heta terfek terefekî din tasfîye bike û sîstemê têxe dest xwe. Ev şer di vê referandûmê de jî berdewame, Îslama siyasî di vê referandûmê de ji guherandina hin xalên qanûna esasî dibêje 'Erê' Kemalîst û hêzên statukoperest ji dibêjin 'na' li vir ji bo min a gring ne 'erê' bûn an 'na' bûna van herdû hêzê di nav sîstema dewleta Turk de şêrê hev dikine, a grîng ji bo min lazime tevgera rizgarîya netewî a bakurê Kurdistanê divê referandûmê de çi bikin? Ev pirs gelek rêxistinên siyasî ên eşkere û dizî her weha gelek sîyasetmendar û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê ên ji tevgera rizgarîya netewî a tradîtsiyonel a bakurê Kurdistanê tên eleqedar dike.

Kemalîzm û Îslama Siyasî

Kemalîzm wek îdeolojîya dewleta Turk ev 87 salê serdestîya dewleta Turk dike. Kemalizm asasê ji nuhde avkirina yek netewe yek ziman yek ol û yek al hatîye ava kirin. Di vê pêvajoya 87 salî de kemalîzmê ji bo bi karibe van armancê xwê pêk bîne her tişt ji xwere mubah dît û çi millet û olên ku li ser axa ku nuha navê wê Turkîye ye dijîn ku nehatin rayê bûn hedefa Kemalîstan û bi xwîn û qirkirinê hetin beramberî hev, di nav millet û Olên nehatin rayê yek ji wan jî Kurd wek millet û bi teybet yezîdî wek ol bûn. Ji roja Kemalîzmê hukum xist dest xwe û heta nuha hemû xwestinên xelkê kurd en ji bo azadîyê bi tank û topan bersîv dane qetlîamên li Kurdistanê kirine ji her kesî re eşkereye her weha qirkirina û surgûnkirina xaçparêzê li Turkîyê û Kurdistanê wek pontusa û grêka li Turkîyê li Kurdistanê ji Ermenî Suryanî Asurî û hwd jî pir diyare. Kemalîzmê her weha di bin navê sekularîzmê de ne dihişt xelkên oldar bi azadî îbadeta xwe bike. Ev zulma li Oldaran hîşt li Turkîyê muxalefetek oldaran li hember kemalîzmê bi avakirin ev muxalefet mirov dikare bêje ji roja 'komara Turkî' ava buye heye, lê lawaz bû, bi teybet piştî 'şoreşa Islamî' a Îranê ev muxalefet li Turkî her ku çû xurt bû û wek em nuha şahîdin li Turkîye bune hêzek xurt û dixwazin sîstema dewletê a siyasî biguherin û Têxin dest xwe. Bêguman muxalefeta Îslama siyasî ne homojene ew ji gelek grupên cuda ên îslamî pêk tê, nuha li hember kemalîzmê giş bune yek ew dizanîn ew bes bi hevre dikarin şerê kemalîzmê bikin lê weha diyarê kemalîzm tasfîye bibe ewê şerê navbera grûpên Îslamî dewam bike grûpên radîkal wê bê guman ji siyaseta ên wek Erdogan ne razî bin û emê bi hevre bibin şahidê şerê navbera wan.

Li Kurdistana Bakur rewşa berya Referandûmê.

Pirsa Referandûmê li Kurdistanê ji bi berfirehî tê got û bêj kirin, lê pir heyf heta nuha jî li bakurê Kurdistanê Rêxistinên siyasî, rewşwnbîr û sîyasetmedarên ku ji tevgera netewî a tradîtsyonel a bakûrê kurdistanên tên bi ber firehî nakarîbûn ev pêvajoya referandûmê ji Kurdên bakûrê Kurdistanê ber firehî ronî bikirna, tevî wê jî hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên ku tradûtsıyonel ji tevgera netewî a bakurê kurdistanê ten wek (Kemal Burkay ,Fewad Onen ,Vîldan Tanrîkulu, Faris medenî marsil, Îbrahîm Kureken, Cemîl Gundogan, Ibrahîm Guçlu u hwd ) ku bi nivîsên xwe yên balkêş munaqeşak cidî û efektîv vekirin.her cuqas ev kesana hemû di pırsa referandûmêde yanî di 'erê' an 'na' de ne wek hev difikirin jî lê dinıvîsê heman de nuqta herî grîng û muşterek ewe ku heman di nivîsên xwede bi argumentên cuda lê ji prespektîfek Kurdîstanî li pirsa referandûmê nerîne û nirxandine. Ji xwe ji bo kurdan jî tiştên herî nuha ji kurdan tên xwestin bi prespektîfek Kurdistanî li pirsa referandûmê binerinne ne bi prespektıfek turkîye bûnê. Ev dive bibe xeteke zelal jibo kurdistana Bakur. Wê demê wê pirs zelaltir bibe. Li Kurdistana Bakur ev çend salên dawî xeta navbera welatperwerîyê û ne welatperwerîyê hatîye mehandin ev xet lazime ji nuhde zelal bibe wê demê ewê gelek pirsên nuha ku ji bo bakurê kurdistanê pirsgrêkin wê bi xwe bên çareserkirin lê dema hudûd ne diyare gelek tişt şolî ye û ji hev diyar nabe. Her weha nuha di pirsa referandûmê de jî wehaye.

Kemalîst û Îslamcîyên siyasî ên Turk di vî şerê navbera xwe de dixwazin li kurdistanê ji xwedî hevalbendbin. Bê guman heger mirov li dîroka Turkîyê binere hemû hukumetên hatine ser hukum dema ku li bakûrê kurdistanê piranîyan rayan bi dest xistine hatine ser hukum nuha ji vêya weha ye nuha di vê referandûmê de Kemalîst û Îslamîstên siyasî li kurdistanê digerîn bê kî pir rayan bi dest xin. Weha diyare li kurdistanê têra xwe kesên piştgirî didin Kemalîst û Îslamîstên sîyasî hene lê tiştên îbret ewe ku li kurdistanê gelek teref û kes ên ji nav tevgera siyasî a tradîtsîyonel a bakurê Kurdistanê tên dibin piştgirê Siyasî îslamîstan û Kemalîstan û ji prespektîfek Turkîye bûnê li pirsgirêka Referandûmê dinerin ev der dorên weha hêjayî analîzek civakî û siyasîye lê her çi hikmete dema tu li van der doran dinere gelek ji vanê piştgirî didin Sîyasî îslamîstan ji derdorên ku di nava kurdan de fikrên îslamî belav dikin tên ( Şêx. Melle, feqe, seyîd û hwd) dema mirov li tevgera wan dinere mirov dibê heger ji wan bihata wê kofîk bidana serê xwe û ebak kesk li xwekirna, mirov bi îbret li tevgera wan dinere, wek dostê min Hemîd kiliçaslan di sohbetekê de ji bo mînakekê nuktak got 'wek sofîyê limêja esir lê çûbe' evanê nuha gelek ji wan ji bo berjewendîyên xwe ên şexsî li dora AKP digerin, ketina bezê kî zu gunehên xwe efû bikin .Evana li hember diroka xwe ya siyasî ji bê rûmetin bêyî ku baş û xerabûyên di derbasbuya wan de buyî ji hev derxîn bi heqret li hember dîroka xwe tevdigerin. Argumenta wan her divên 'kurd milletekî musilmane' ev raste ji xwe Kurd bêhtirê wan musilmane tu şika kesî ji vêya niye, her weha tu tehdîtek jî nuha li ser Kurdan tunye ku hinek ji wanre beje dev ji dinê xwe berdin. Ji xwe Pirs di wirdeye gelo medem tehdîtek ku Kurd dev ji musilmantîya xwe berdin tuneye îjar ev çi propaganda Îslama Siyasîye? Bawerîya Olî di navbera mirov û xweda deye nabe terefê sisya têkeve navbera xweda û mirov tiştê ku nuha îslama siyasî li Kurdistanê dike, dikevîn navbera mirov û xweda. Heger mirov li dîroka Islamê li kurdistanê binere mirov pir rehet ferqa Îslamcîyên Kurd en berê û nuha dibine. Her çuqas wek gelek millet Kurd jî bi darê zorê bûne musilman Lê di dîroka îslamê li kurdistanê yanî a sofîzmê gelek alîyên pozîtîv hene xwendina ilmên cuda û felsefa ruhanî hişt li kurdistanê rewşenbîr û tarîqatên Kurdî bêne ava kirin û heta derecakê ev rewşwnbîr terîqatana bûn alîkar ji bo sazkirina şuûra netewî. Di riya sofîzmêde li kurdistanê Kurd bûn xwedîyê klasîkekî wek Ehmedê xanê û gelekî wek wî, her weha serkêşên teriqatên Kurdî wek Neqşbendî û Qadirî gelek serhildan li dijî dagirkerên Kurdistanê wek Turkan, Ereban, farisan û Îngilîzyan kirine: Wek Şêx Ubeydulah, Şêx Seîd ,Şêx Ehmed Barzanî û hemû Barzanîyan, Şêx Mehmûdê Berzencî û hwd. Lê tiştê nuha berdewama sîyasî îslamîyên Turka li Kurdistanê dike û AKP û Fethulah Gulen ne ewe tam eqsî wêye Fethula Gulen bi tevgera xwe ya NURCÎ di xwaze rengê Kurdî ji tarîqata Neqşbendî rake rengekî Turkî bidê. Heger di demê Imparatorîyên Osmanî û farisande zarokên miletên bindest bi zorê dianîn û li sarayên xwe terbîye dikirin nuha ji Fethulah Gulen di rêya medrese û dersxanan li Kurdistanê roleke weha dileyze. AKP bi fikrê Îslama siyasî dixwaze rê li ber sazkirina şuûra netewî a Kurd bigre. Û pirsa Kurdistanê bike pirseke hundir a Turkîyê. Ji xwe tecruba Kurdan bi îslama siyasîre heye di demên Osmanîyan de jî em baş di zanîn bê çawa Osmanîyan siyasî îslam di nava Kurdan de xurt kirin û li hember welatên rojava û xelkên xrîstîyan bi teybet Ermenî bi kar anîn ev tê wê meenê ku tecruba Kurdan him bi Islama sîyasî û him jî bi Kemalîstanre heye Ji ber wê îslama siyasî a nuha li Kurdistanê xwe wek tîştekî nuh rêdide ne raste tekerura tarîxê ye. lê pir heyf kurd zû tarîxa xwe ji bîr dikin wek Îsmaîl Başîkçî dibêje 'Kurtlerde Tarîh bîlincî zayıftır'( di nava Kurda de zanebuna tarîxê zeîfe) ji ber wê îslama sîyasî roleke negatîv dileyze û ne wek tradîtsıyonel îslama li kurdistanê ye bê guman Tevgera rîzgarîya netewî a bakurê Kurdistanê divê rêzê li hemû ol û mirovên oldar bigra û civata Kurd ji sîyasî îslamê (Al Wehabî, Humeynî û hemû rengên îslama sîyasî) bi parêze.

Ji xwe rewşa kemalîstan ne hewceyî nirxandinê ye li kurdistanê kemalîstên kurd ev 30 salên dawî him bi dizî û him jî legal bi hemû awayî li hember tevgera Kurd sekinîn,nuha jî di vê refrandûmê de li hember berjewendîyên gelê Kurdin. Lê nuha eşkereye ku hêza Kemalîstên Kurd ne wek berê homojene ku bes dewleta Turk tenê kontrol bike tiştên dawî di nav kemalîstên Kurd de dibe eşkereye ku dervî Turkan jî dewletên din mudaxele dike û dixwaze hêza kemalîstên kurd li gor berjewendîyên xwe bi kar bîne. Berya referandûmê seknandina provakasyonê Kemalîstan ên dizî û berdewama li hember derketina referandûmê di qada legal de pir vekîrî dide rêdan ku Kemalîstên Kurd ne homojenin. Nuhadi qada legal de hewqas kampanyek 'na' vekirine pir heyf gelek welatparêzên kurd ji di kevin bin teesîra propaganda wan. Ji bo Kemalîstên Kurd Gotinek Yalçin Kuçuk ê Ergenekoncî heye 'bîzim Kurtler' (Kurdên me) û ji bo Kurdên ne kemalîst jî yanî Tevgera rizgarîya netewî a bekurê Kurdistanê jî digot 'Ötekî Kurtler' (Kurdên din) Lê pir heyf gelek Kurdên welatparêz hatin xapandin û bi serê Yalçin Kuçuk sond dixwarin.

Dewleta dikare pirsa Kurd Bi 'Kurdên Dewşîrme' û 'komformîst' çareser bike?

Piştî pêvajoya 'açilimê' dewleta Turk her dibêje muhataba qebûl nakin û her car dibêjin xwestinê Kurdan ne diyare. Bê guman xwestinên Kurdan diyare lê dewlet û gelek siyasetvanên Turk naxwazin vêya bibînin. Dewlwta Turk muhawelên wê hene ku dixwaze Pirsa kurd bi awayekî ew dixwaze bi Kurdên Dewşîrme û Komformîst çareser bike bê guman dewleta Turk ji xwere çi dike ew karê wêye lê pir zelale ev pirsgrêk bi Kurdên Dewşîrme û Komformîst çareser nabe û xwestinên Kurdan li ortêye û zelalin û her weha berpirsên tevgera Kurd ên tradîtsîyonel ( PSKT, TEVKURD, TEVGERA DEMOKRATÊN ŞOREŞGER, RIZGARİ, PDK-Bakur û hwd ) li ortêne Îroj konjuktur dikare ne ligor vana be û ev hêzana lawaz bin lê tevgera Bakurê Kurdîstanê ku îroj rabûye ser lingan berhem û xebata van Hêzên Kurdîstanîye, lazime ev pirs bi wanre bê çareserkirin bi awayekî din ev pirsgrêk wê herdem ji bo Turkan pirsgrêk be, dîvê pirs bi xwedîyên pirsê re çareser bibe.

Di referandûmê de Kurd divê çi bikin?

Li Turkîyê wek tê znîn rewşeke Teybet heye rewşeke wehaye gotinek Lenîn tine bîr mirov Ku 'ên li ser hukum wek berê nakarin hukum îdare bikin xelk ji wek berê qebûl nakin' ev rewşa han nuha a Turkîyê ye, Ordî wek berê nakare îdare bike xelk ji wekberê qebûl nakin yanî krîza sîstemê heye bê guman rewşeke weha ji bo gelê kurd rewşeke pozîtîve Kurdên bakurê Kurdistanê divê tecrubê ji brayên xwe yên Kurdên başûrê Kurdistane bigrin ku çawa nakokkîyên hukumetên mekezî li gor berjewendîyên xwe bi kar bînin. Siyaseta rast ewe ku Kurdên bakur jî divê bikaribin ev nakokîyên nuha di navbera dewleta Turk de heye li gor berjewendîyên xwe bi kar bînin. Heger mirov ji perespektîvek Kurdistanî li pirsa referandûmê binere mirov pir rehet dikare bibine bê ji kurdanre di rewşeke weha de çi başe, du bendî di sîstema dewleta Turkî ku ji kurdan re başbe wê demê mirov li binere ku mirov bê 'erê' wê ev du bendî berdewam û kûrtir bibe an bê je 'na' Tevî ku ev rewşa nuha Turkîye a du bendî di sîstemê de bêyî Kurdan jî ewê hin demeke dirêj berdewam bike, ên ev li hev ragirtine (DYA) nahêle zû zû Turkî ji vi halî derkeve her weha ev rewşa Turkî bi vî awayî ne bes li gor dilê DYA ye herweha li gor dilê Yekîtıya Awrûpa û Rûsya ye jî ji bona heman Turkîyak lavaz lazime her weha ji bona Kurdan ji turkîyek lawaz û di krîzê de gelek başe wek li Îraqê, di haletekî weha de dema mirov li rewşa Turkî dinere mirov dibîne ku mirovên biçin ser sindoqê referandûmê bêjin 'ERÊ' wê bihêla ev krîza Dewleta Turkî tê deye hîn mezintir û kurtir bibe.

Diğer Haberler