Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rêjeya tûrîstan li Kurdistanê her ku diçe zêde dibe

Rêjeya tûrîstan li Kurdistanê her ku diçe zêde dibe

26 Temmuz 2012 Perşembe 00:14
Berdevkê desteya geştiyarî ya Herêma Kurdistanê, Nadir Rostayî, diyar kir, rêjeya geştiyariyê li Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li gorî par, 75% zêde bûye.

Nadir Rostayî, ji AKnewsê re got, li gorî plana desteya geştiyarî ya Herêma Kurdistanê, tê payîn hejmara tûrîstên ku îsal serdana Kurdistanê bikin, bigihîje 2 milyon û 500 hezar kes. 

Rostayî, diyar kir, helbet hatina tûrîstên biyanî bo Kurdistanê, nîşan dide rewşa herêmê aram e û her wiha kontrolkirina deverên sînorî jî karîgeriyek mezin li ser zêdebûna tûrîstan heye. 

Nadir Rostayî, aşkere kir, rêjeya geştiyariyê li Herêma Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li gorî 6 mehên destpêkê yên par, 75% zêde bûye û wiha pêde çû:

Li Herêma Kurdistanê, 370 mêvanxaneyên giştî heye ku 205 jê mêvanxaneyên geştiyarî heye û yên din jî mêvanxaneyên millî ne, her wiha 180 motêl heye ku 128 jê geştiyarî ne û yên din millî ne, 970 xaringeh heye ku 340 jê geştiyarî û yên din jî millî ne û 45 gundên geştiyarî jî li herêmê heye. 

AKnews 

Diğer Haberler