Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Remezan, Medreseya Perwerdekirina Nefsê Ye

Remezan, Medreseya Perwerdekirina Nefsê Ye

22 Temmuz 2012 Pazar 04:18
Nefsa mirov bi awayekî xwezayî ji kar û xabatên zehmet û ji tegasî û nexweşiyan, xwe paşve dide û her tim kêf û zewqê dixaze. Lê pêxemberê Xwedê jî gotiye: “ Behişt, bi zor û zehmetiyan hatiye dorpêçkirin û dojeh jî bi şehewat û dilbijokan hatiye dorpêçki

Bawermendên bi rûmet!

Nefsa mirov bi awayekî xwezayî ji kar û xabatên zehmet û ji tegasî û nexweşiyan, xwe paşve dide û her tim kêf û zewqê dixaze. Lê pêxemberê Xwedê jî gotiye: “ Behişt, bi zor û zehmetiyan hatiye dorpêçkirin û dojeh jî bi şehewat û dilbijokan hatiye dorpêçkirin.”

Herwiha di darê dinyayê de jî ew kesê nefsa xwe bindestê xwe nekiribe û bi xwe nekaribe, Ew ti kar û xebatî nabe serî.  Ji ber vî qasî, dema pêxemberê Xwedê ji şerê bi mûşrikan re dizîvirî, digot: “ Em ji cîhada biçûk zîvirîn bi bal cîhada mezin ve; cîhada bi nefsê re.”

Nexwe, divê nefs bi rê û rêbazên ku Xwedê Teala destnîşan kirine, were perwerdekirin.

Ha rojiya meha remezanê ji bo vê qasî, rêbazek bêhempa ye.

Misilmanên hêja!

Meha remezanê, ji bo terbiyekirina irada nefsê, medreseyeke tijî ders û hikmet e. Demê vê medresê, sî roj e. Di vî demê hejmare de, nefsa emmare/fermankara bi gunehan,  melekeya xwe ya ajalî dikuje û asta melekeya xwe ya  ferîştebûnê ber bi jor ve bilind dike. Di vê meha pîroz de, mirovê bawermend nefsa xwe ji berbanga sibê heta êvarê ji helal û heram; ji hemî dilbijokên nefsê digre û hefsarê nefsa xwe digre destê xwe. Bi vî awayî, mirov dibe xwedî iradeyek zexim, xwedî sebir û hedanek spehî û xwedî nefsek xweparêzê ji sûç û gunehan. Ji xwe, armanc û hikmet ji ferzbûna rojiya meha Remezanê, afirandina nefseka bi vî rengî ye.

Xwedê Teala di Qur’ana pîroz de vê heqîqetê wiha eşkere dike: “Gelî kesên ku we bawer kiriye! çawa ku rojî li ser yên di berî we de hatî ferzkirin, li ser we jî hatiye ferzkirin,  da qene hûn xwe biparêzin.”(Beqere: 183)

Herweha dema pexemberê Xwedê jî (s.x.l.) dibêje: “Gelî civaka xortan! Kî ji we karibe mesref û lêçûnên zewacê peyda bike, bila bizewice; lewre zewac, çavan ji nêrîna heram digre û libatê zayendî jî diparêze. Lê kesê nekaribe vê lêçûnê peyda bike, bila rojî bigre; lewre rojî, jê re derman e.” Û, dema dibêje: “ Rojî (li hemberî kirina gunehan) mertal e.” heman hikmet û armanca rojiyê destnîşan dike; ku bindestkirina nefsa emmare ye.

Bawermendên hêja!

Ji bilî pêkanîna fermana Xwedê Teala û perestina jê re, sûd û hikmetên rojiyê gelek in. Rojî, di mirov de, rengê teqwatî û xweparastina ji gunehan pêş ve dibe. Mirovê rojîgir, bi tena serê xwe be jî û hawir dorê wî tejî xwarin û vexwarinên helal bin jî, tenê ji bo Xwedayê xwe rojiya xwe naşkîne. Bi vî awayî, hîn dibe ku piştî meha Ramezanê jî,  xwe ji xwarin û vexwarina heram û binpêkirina fermanên Rehman biparêze. “ew kesê dev ji gotina derew û bikaranîna wê bernede, Xwedê Teala ne hewce wî ye ku dev ji xwarin û vexwarina xwe berde.”

Pêxemberê Xwedê vê hikmeta rojiyê wiha diyar dike: “ Tevahiya karên qencî yên kurê Adem, xêr bi deh qatên xwe tên zêdekirin. (Li gora ixlas û semîmiyeta zêde) heta heftsed qatan jî zêde dibin. Ellah teala gotiye: Ji bilî rojiyê lewre rojî, xwerû ji min re ye û ez ê bi xwe xelata wê bidimê; rojîgir, şehweta xwe, xwarina xwe û vexwarina xwe ji bo xatirê min diterikîne. Ji rojîgirî re dû kêfxweşî hene; kêfxweşiyek li nik fitarê û kêfxweşiyek jî li nik rasthatina Xwedayê xwe. Teqez bêhna veguherîna tama devê rojîgirî li cem Xwedê teala, ji bêhna miskê spehîtir e.”

Herweha ev fêrgeha Remezanê ya mehane, dersên exlaqî yên girîng dide mirov; wî hînê sebir û hedanê dike, wî hînê pêkanîna soz û peymanan dike, wî hînê parastina emanetan dike û wî bi qedir û qîmetê kêlîkên demê dihesîne. Pêxemberê Xwedê dibêje : “ rojî nîvê sebrê ye.” Û xwedayê jorîn dibêje: “ Teqez ew ê mirovên sebirkêş bi xelatekî bêhesab bêne xelatkirin.”(Zûmer: 10)

Herweha rojî, bi mirovê ku nizane tinetî û birçîtî çi ye, rewşa feqîr û xizanan bîra wî/wê tîne û dike ku destê alikariyê dirêjê bi alê feqîr û belengazan ve bike. Herwiha gelek feydeyên rojiyê yên teduristî jî, ji aliyê pisporên tenduristiyê ve hetine tesbît kirin. Pêxembrê Xwedê jî(s.x.l.) gotiye: “ rojî bigrin da ku hûn sexlem bibin.”

Nexwe gelî birayên misilman!

Di vê meha pîroz de, em xwe bişidînin; xêr û qenciyan li pêşiya xwe de ji xwe re rêbikin. Ev derfetek pir mezin e. Heta em dikarin divê em jê sûd werbigrin. lewre dibe ku di Remezana salek din de em ne li heyatê bin.

(xutbeya înê)

Pirtûkên ku  ji vê nivîsê re bûne çavkanî:

1- Hûccetullahil Balîxe, pirtûka Îmamê dehlewî.

2- El Mûxtar fîl mewaizî wel ehkamî wel exbar. Pirtûka şêx Qasimê Revaî.

3- RiyadûsSalihîn, pirtûka Îmamê Newewî.

M.Nezîr Basneyî / gazetekurd.net

Diğer Haberler