Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Remezan û Înfaq

Remezan û Înfaq

30 Ağustos 2010 Pazartesi 01:59
Meha remezanê, hem dinya meya hundur, hem jî domedarê me ji qirêjîyên maddi-menewî paqîj dike, jiyanê watedar dike.

Vehbî Vûral / www.gazetekurd.net

 
Meha remezanê, hem dinya meya hundur, hem jî domedarê me ji qirêjîyên maddi-menewî paqîj dike, jiyanê watedar dike. Remezan mîna mîhrîcanekî ye, hersal insanê misliman beşdardibin, di jiyana wan de guherinên erêni çêdibin. Di meha remezanê de, tişten xêr dertêne asta heri bilind. Mesela, di vê mehê de Qur'ana Kerim zehftir tê xwendin, di vé mehê de nimêj bêhtir bi îhtimam tê kirin, înfaq û zekat di vê mehê de zêdetir têne rojevê.

Xwedayê Teala di ayetê de wuha ferman dike: 'Me kurên Adem mukerrem kir. Me ewana di reşayê û behrê de (bi wasîteyên curbecur) kişandin. Bi xwarinên paqij û bedew me ewana riziqdar kir û me wana ji gelek mexlûqên din bilindtir kir.' (1) Çawa ji ayetê tê serwextbuyîn, Xwedayê Teala her cure qencî bi insan kiriye. Wekî wusane, pêwiste insanê misliman jî qenciyê bi insanan bike, ji xêzanan re alîkar be.

Mislimanê ku ji demsala remezanê ye manewî par girtibe, ji eztîyê dûr dikeve, hestên alîkarîyê derdixe pêş. Berjewendîyên civakê di ser berjewendîyên xwe re dibîne. Di vê mehahan de misliman, kiryarên xwe bi şiura xizmeta qûlên Xwedê, bi kelocana îbadetê pêk tînin.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de, têkilîya remezan û înfaqê bînime ser ziman. Remezan meha xêran e. Înfaq jî, ji bo Xwedê (c.c.) serifandina mal e.

Mu'mînê ku ji dibistana remezanê istîfade kirîye, timatîyê nake. Lewre Pêxemberê me (s.x.l) di hedîsa şerîf de: “ Di dilê qûlekî de îman û timatî bi hev re nayêne ditin” (2) dibêje. Disa Hz. Pêxember ji Hz. Bîlal re xitaben wûha dibêje: “ Ey Bîlal! Înfaq bike! Ji kêmkirina Xwediyê erşê (ku malê te kêm bike) netirse.” (3)

Di sûretê Zarîyat 19, Mearîc 24.û 25 an de Xwedê Teala (c.c.) wuha ferman dike: Di malên wan de (kesên dewlemend) heqekî kifşkirî heye. Ji bo kê? Yê kû dixwazin û yê ku ji şerma nikarin bixwazin.” Ev ayetên hanê li Mekkê nazil bûne. Ew peyva 'heqé', mirov bi tenê ji bo sedeqa fitrê û ji bo zekate şîrove bike, wateya ayetan mirov teng dike. Lewre, di nav malên dewlemendan de ji bilî zekat û sedeqa fitrê, heqqen wanî din jî hene. Pêwiste mislimanên dewlemend van heqqan, bê kêmayî îadeyî feqîran bikin.

Di meha remezanê de em misliman, wateya înfaq û paykirinê, baştir serwext dibin. Yekî ku qet birçîbûn nedîtiye, ji halê birçî serwext dibe? Nexêr serwext nabe. Lê ku insan birçî ma encax wî çaxî halê birçî baş serwext dibe. A wuha, ev yek jî bi saya remezanê pêk tê.

îbnî Ebbas comerdîya Hz.Pêxember (s.x.l.) wuha tîne ser ziman: “Hz. Pêxember en comerdê insana bû. Bilxasse dema ku di remezanê de rastî Cebraîl dihat, comerdîya wî derdikete asta herî bilind.” (4)

Em mu'mînên ku me pêxember ji xwe re kirîye rehber, wezîfa ku ji me re dikeve, di vê meha remezanê de zêdetir em înfaq bikin, bi heqqî zekat û sedeqeyên xwe bidin, hesta paykirinê bi dilê xwe bijîn û bidne jîyandin.

Em misliman pêwiste vê hedîsa Pêxember (s.x.l.) qet ji hişê xwe dernexin, Hz. Pêxember wûha dibêje: “ Tu roj tuneye ku du melaîket peyanebin. Yek dibêje: Xwedayê min! Kesê ku ji malê xwe înfaq kirîye, tu hêj rindtirê wî bixe şuna wî. Melaîketê dinê jî dibêje, Xwedayê min! Yê ku înfaq nake, timatîyê dike, tu malê wî telef bike.” (5)

______________________________

1-Îsra, 70.

2-Nesaî, cîhad 8.

3-Kudaî, Müsnedu Şîhab, rp.51.

4- Rîyazu's-Salihîn,11,491.

5-Buxarî, Zekât 27; Muslîm, Zekât 57.

Diğer Haberler