Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rêveberê BDP’ê Mazhar Zumrut 10 meh ceza xwar

Rêveberê BDP’ê Mazhar Zumrut 10 meh ceza xwar

23 Temmuz 2012 Pazartesi 18:16
Endamê Meclisa Partiya BDP’ê Mazhar Zumrut, bi hinceta ku di axaftineke xwe de pesnê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gerîlayan daye, 10 meh cezayê girtîgehê xwar.

Mazhar Zumrut, ji ber ku di 2’emîn Kongreya Asayî ya BDP’a Elezîzê de axaftinek kiribû, ji aliyê Dadgeha Rayeya Taybet a Meletiyê ve hate darizandin. Di encama darizandinê de bi hinceta ku Zumrut di axaftina xwe de ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gotiye “Birêz” û pesnê gerîlayan daye, salekî cezayê girtîgehê xwar. Piştre ev ceza daxist 10 mehan. Zumrut, di axaftina xwe de destnîşan kiribû ku bi tecrîda li ser Ocalan, kes nikare Ocalan ji gelê kurd bide jibîrkirin. Dadgehê jî ev axaftin weke “propagandaya PKK”ê nirxand, ceza da û piştre ev ceza taloq kir. Ji bo ku Mazhar Zumrut nekeve girtîgehê pêwîst e heta 5 salan heman sûcî neke.

Zumrut, li hemberî ceza nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir êdî tehamûla hikûmetê ji rexneyekî re jî tune ye. Zumrut, da zanîn dadgeh bêyî ku lêkolîneke berfireh bike û sûcê wan îspat bike, ji wan dixwaze ew masûmiyeta xwe îspat bikin û ji Rûdawê re wiha got: “Ev yek li dijî hiqûqê ye. Divê dadgeh sûcê mirov îspat bike. Her gotinek, rexneyek weke propaganda tê nirxadin. Hikûmet êdî naxwaze ku kes wan rexne bike. Gava li hikûmetê rexne hate kirin, ew qulpekî pê ve datînin û ceza didin mirovan.”

Rûdaw

Diğer Haberler