Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rêvebirekî BDPê li Stenbolê hat kuştin

Rêvebirekî BDPê li Stenbolê hat kuştin

18 Mart 2012 Pazar 21:27
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, diyar kir, di nav aloziya pîrozbahiya Newrozê de, rêvebirekî BDPê li bajarê Stenbolê, ji aliyê polîs ve hat kuştin.

Herçiqas dewleta Tirkiyê pîrozbahiyên cejna Newrozê, di rojên ji bilî 21ê adarê de qedexe kiribû lê dîsa li Diyarbekir û Stenbolê hat pîrozkirin.

Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, ji AKnewsê re diyar kir, di pîrozbahiyên Newrozê li Stenbolê de, polîs tundiyeke zêde bikar anî û di encamê de, rêvebirekî BDPê yê Stenbolê bi navê Hacî Zenbîn jiyana xwe ji dest da.

Kişanak, got, Zengîn bi bombeyên gazî yên polîs bi giranî birîndar bû û dema rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da û wiha axivî, “Zengîn, şehîdê demokrasiyê ye.”

Kişanak, da zanîn, di aloziyên îro yên Stenbolê de, bi dehan kes rastî êrişên polîs hatin û birîndar bûn, her wiha gelek jî hatin binçavkirin.

Hevseroka BDPê, got, berpirsyarê alozî û bûyerên îro, hemû hikûmeta AKPê ye, ji ber wê jî dê hesabê vê yekê ji hikûmetê bixwazin.  (AKnews)
 

Diğer Haberler