Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rêxistina Aştiya Cîhanî: Kurdistan ji bo aştiyeke giştgîr hewl dide

Rêxistina Aştiya Cîhanî: Kurdistan ji bo aştiyeke giştgîr hewl dide

07 Temmuz 2012 Cumartesi 21:36
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke bilind a rêxistina Aştiya Cîhanî kir.

Li gor malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya şandeke bilind a rêxistina Aştiya Cîhanî kir ku ji Yan Jîm Kîn, Serokê Rêxistinê, û Jan Diksin, Endamê Desteya Serokayetiya Rêxistinê û hejmarek ji endamên rêxistinê pêk hatibûn.

Li hevdîtinê de, Serokê Rêxistina Aştiya Cîhanî mebesta serdana xwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku rêxistin bi niyaz e li paşerojê konferansek li Herêma Kurdistanê bibeste û ev serdan jî ji bo ewe ye ku ji nêzîk ve agahdarî wan amadekariyan bibin ku ji bo konferansê hatiye kirin û sersamiya xwe jî sebaret bi pêkvejiyana birayane ya di navbera pêkhatên Herêma Kurdistanê nîşan da ku her hemû ji bo berqerarbûna aştiyê pêwendiyeke xwe ya bi hêz li gel hevdû heye û eve jî yek ji wan armancan e ku rêxistin ji bo wê têdikoşe.

Herwiha Serokê Rêxistina Aştiya Cîhanî eve jî ragihand ku Kurdistan ji bo aştiyeke seranserî hewl dide ku eve jî cihê rêzgirtina rêxistinê ye û bi çavekî gelek bi girîngî ve jî temaşa vê rolê dikin, Herêma Kurdistanê mînakeke gelek başe ji bo binyadnana civakeke aram û li jêr serkirdayetiya Serok Barzanî jî ji bo pêkanîna aştiyeke seranserî li Herêma Kurdistanê da rolekî berbiçav dîtiye.

Ji bo wê yekê li paşerojê de rêxistin dikare pêkve li gel Herêmê kar bike û Kurdistan jî wekî mînakek nîşana cîhanê bide. Ne ku her li Iraq belku li navçeyê jî da û ji bo vê mebestê jî rêxistin bernameyekî mehkemî heye û wekî destpêk jî niyaza wî ewe nivîsgeheke xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Li beramber de, Barzanî piştevaniya xwe ji bo pêngavên karkirina wan ya li Herêma Kurdistanê de nîşan da û eve jî xiste rû ku gelê Kurdistanê ji berê de heta niha hewla pêkanîna aştiyeke seranserî daye û hewlên dostên me li alîkarîkirina miletê me de cihê rêzgirtinê ye ku êdî li her warek da bê û bi hemû şiyanekê ve hewl didin vê rewşa ku îro li Herêma Kurdistanê da heye berev pêş bibîn.

AKnews

Diğer Haberler