Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rêxistinên Kurdistanî: Divê dewlet gavên şênber bavêje

Rêxistinên Kurdistanî: Divê dewlet gavên şênber bavêje

12 Ocak 2013 Cumartesi 08:13
Sazî, komele û partiyên Kurdan ên li Amedê derbarê pêvajoya li Îmraliyê û qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin de fikarên xwe anîn ziman.

Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier, xwest hêzên neteweyî û civakî tevan tev li vê pêvajoyê bikin û rêya diyalog û muzakereyan dest pê bikin. Taşçier, xwest gavên şênber bên avêtin. Li Mûş û Colemêrgê jî saziyan piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê anîn ziman.

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Amedê der barê hevditinên li Îmralî û komkujiya 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê pêk hat de li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê civîna çapemeniyê pêk anî.

Di civina çapemeniyê de Endamên Meclîsa Daîmî ya KCD'ê, HDK, BDP, DDKD, OSP, KADEP, EMEP, ESP, Înîsiyatîfa Azadî, Koma Diyaloga Dicle-Firatê amade bûn.

Serokê Giştî yê Komeleya Kurdan a Demokratên Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçier, axivî û diyar kir ku astengiya li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê ya herî mezin neçaseseriya pirsgirêka Kurd e. Taşçier, anî ziman ku her çend aktorên siyaseta Tirkiyeyê bên guhertin jî polîtîkaya dewleta tirk a li hemberi çareseriyê nayê guhertin. Taşçier, bal kişand ser cudahiya vê pêvajoye û wiha got: "Brêz Ocalan di vê pêvajoyê de bi siyasetmedarê Kurd re hevdîtin kir. Em hevdîtinê pir girîng dibînin. Ger ku ev pêvajo bi muzakere û diyalogan dest pê bike û hemû beşên civakê û siyasetê tev li vê pêvajoye bike dê erênî bê nirxandin. Piştî hevdîtinan bûyerek bi vî rengî dîsa baweriya hemû gelê Kurd şikand. Ji ber vê yekê ger ku dê gav bên avêtin divê berî her tiştî gavên şênber bên avêtin.

'Divê dewlet gavên berbiçav bavêje'

Taşçier, destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi ewle bindome û baweriyê bide divê berî her tiştî dewlet gavên şênber bavêjin. Roja sersalê 10 endamên PKK'ê hatin qetilkirin. Leşkeriyê 20 herêman li çûn û hatinê qedexe kirin. Divê baş bê zanîn ku ev pêvajo bi van nakokî û van polîtîkayan pêş nakeve. Ji ber vê yekê jî divê dawî li van polîtîkayên qetilkirin û înkarê bê. Ev êrîş li dijî daxwaza gelê Kurd a siyaseta demokratîk û azadiyê pêk hatiye."

4 daxwazên bingehîn

Taşçier, daxazên xwe wiha rêz kir: "Em rêxistinên Kurdistanî berî her tiştî dixwazin ku nasnameya gelê Kurd bê naskirin. Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Statuya gelê Kurd bê naskirin û astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê zikmakî bê rakirin. Mafê gelê Kurd ê rêxistinê bê dayîn û astengiyên li pêş daxwazên me bên rakirin."

Serokê Odeya Sinhetkar û Esnafên Şemzînanê Muarem Tekin, der barê hevdîtina li Îmraliyê û qetilkirina 3 jinên Kurd diyar kir ku gavên ji bo çareseriyê girîng in û wiha got: "Her kes erênî dibîne. Her kes dixwaze pirsgirêk bê xwîn û kuştin bi dawî bibe. Divê hemû saziyên sivîl ên civakî, parityên siyasî û hêzên demokratîk ji bo ev pirsgirêk bi riya aştî û demokrasiyê pêş bikeve piştgiriyê bidin. Em di pêvajoyek pir girîng û tenik re derbas dibin. Malbatên gerîlla û leşkeran êşên mezin kişandin. Divê êdî êş bi dawî bibin."

Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Mûşê Necmî Erol, diyar kir ku heyeta BDP'ê çû li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ew vê yekê gavek erênî dibîne û wiha got: "Em dixwazin êdî mirov neyên kuştin û xwîn neyê rijandin. Hemû hewldanên me ji bo aştiyek mayinde û pêvajoyek bê xwîn e."

'Divê her kes xwe bixe bin bar'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê Saîm Atilgan jî xwest geşedan baş bên dîtin û nirxandin û wiha got: "Ji bo aştiyê hêviyek mezin çêbû. Lê fikarên me jî zêde ne. Li aliyekî hikûmet dibêje ez gavan davêjim. Li aliyê din operasyonên siyasî û leşkerî didomin. Divê ev yek bi dawî bibe."

Serokê CHP'ê yê Mûşê Îsmaîl Adanir jî anî ziman ku têkoşîna çareseriyê 30 sal e didome, lê bi şer pirsgirêk çareser nabe û xwest her kes ji bo aştiyê têbikoşe.(Rûdaw - DÎHA)

Diğer Haberler