Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Roboskê yekemîn salvegera komkujiyê bi bîrtîne

Roboskê yekemîn salvegera komkujiyê bi bîrtîne

27 Aralık 2012 Perşembe 15:11
Ji bo yekemîn salvegera 34 qurbaniyan Roboskê merasîmek tê sazkirin.

Ji bo yekemîn salvegera 34 qurbaniyan Roboskê, bi amadebûna piraniya rûniştvanên gund û gundên derdorê, îro û sibe li navenda gund û li ser rêya Roboskê-Colemêrg merasîmek tê sazkirin. Herwiha şanda CHP’ê jî bi amadebûna Sezgîn Tanrikulu û endamê komîsyona bûyera Roboskê û parlamenterê CHP’ê Levend Gok jî beşdarî merasîmê dibin.

Biryare merasîma yekemîn savgera komkujiyê heta sibe berdewam bike. Tê çaverêkirin ku şanda BDP’ê û çend rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîmê bibin.

Di salvegera kuştina 34 welatiyên kurd de, li herdû gundê Roboskê û Bêjeh ên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê, li ser tevayî cade û kolanan reş hatine girêdan.

Roja 28.12.2012’an balafirên şer ên artêşa Tirkiyê 34 welatiyên sivîl ên kurd bombebaran kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Diğer Haberler