Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rojane 500 penaber ji Rojavayê Kurdistanê koçî Duhokê dikin

Rojane 500 penaber ji Rojavayê Kurdistanê koçî Duhokê dikin

16 Kasım 2012 Cuma 21:59
Koçkirina welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê û welatên hevsînorên Sûriyê bi awayekî berçav zêde bûye.

Koçkirina welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê û welatên hevsînorên Sûriyê bi awayekî berçav zêde bûye û rêveberê koç û koçberên Duhokê jî dibêje ciha rojane 500 kes ji Rojavayê Kurdistanê bi awayekî "neyasayî" berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Li gor statîstîka Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî NY (UNHCR), roja pêncşema borî reva penaberan ji Sûriyê bi awayekî ne asayî zêde bûye û wê rojê 11 hezar kes jiSûriyêreviyan. Rêveberê koç û koçberên parêzgeha Dihokê, Mihemed Ebdulla Hemo, ji Rûdawê re ragihand ku meha borî hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê kêm kir, lê dora 15 rojan e hatina wan penaberan zêde bûye: "Rojane 500 kes ji Rojavayê Kurdistanê bi awayekî neyasayî têne sînorê parêzgeha Duhokê."

Li gor serjimêriya rêveberê koç û koçberên parêzgeha Duhokê, niha zêdetirî 41 hezar penaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê li kampa Domîz niştecih bûne, ku ji 3 hezar malbat û 1300 ciwanan pêk tên. Li gor statîstîka rêxistina UNHCR jî, niha zêdetirî 408 hezar welatiyên Sûriyê ji welatê xwe reviyane û çûne welatên li derdora Sûriyê û hinek çûne welatên Ewropa û Amerîkayê.

Derbarê hevkariyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan penaberan kiriye, Mihemed Ebdulla got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û parêzgarê Duhokê hemû pêdiviyên serekewek kon, gihandina av û elektrîkê, kelûmelên nav malê, beşek ji xwarinê ji penaberan re dabîn kiriye", herwiha vekirina dibistan û danîna tîma bijîşkî ya 24 saetî li kampa penaberan. Mihemed Ebdulla herwiha got UNHCR û hinek sermayedarên kurd û saziyên sivîl alîkariya penaberan kirine.(Rûdaw)

Diğer Haberler