Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Rojavayê Kurdistanê ji bindestiya ereban a hezar salî rizgar bû”

“Rojavayê Kurdistanê ji bindestiya ereban a hezar salî rizgar bû”

26 Temmuz 2012 Perşembe 23:22
Berpirsekî rojavayê Kurdistanê dibêje, ne girîng e bajarên azadkirî di destê kîjan partiyê de ne, lê ya girîng ew e ku piştî çend hezar salan kurd li warê xwe serdest in.

Berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nûrî Birîmo ji Rûdawê re ragihand: “Rizgarbûna hinek bajarên rojavayê Kurdistanê bûyereke pîroz e. Nabe em wiha lê binêrin ku alîgirên PKKê bajaran kontrol dikin, ya girîng ew e ku niha kurd li rojavayê Kurdistanê serdest in û piştî du sê hezar salan ji desthilatdariya ereban, kurdan çarenivîsa navçeya xwe girtin destê xwe.”

Di vê qonaxê de tiştê herî girîng hevgirtin û yekrêziya kurdan e. Niha ji sedî 95 hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê hev girtine û di Desteya Bilind a Kurdî de civiyane. Em li dijî şîdetê ne. Em dikarin bi kêmtirîn ziyan di wê şoreşê de bi ser kevin. Gelê kurd bi dirêjiya dîrokê gelek şoreş û cangorî dane û gelên din sûd ji wan dîtine, lê niha bila em kêmtirîn ziyan û qurbaniyan bidin û qezenca herî zêde jê bibînin.”

Navbirî pêdiviya yekrêziya kurdan teqez kir û got: “Dijmin û neyarên kurdan pir in. Artêşa Sûriyê, Artêşa Azad a Sûriyê, Tirkiyê, îslamiyên hişk û …htd hemû li dijî gelê kurd û mafên wî hewldanan dikin û em tenê bi yekrêzî û hevgirtinê dikarin li hember gef û metirsiyan derkvin.”

Nûrî Birîmo peymana Hewlêrê wek bingeheke girîng ji bo siberoja rojavayê Kurdistanê binav dike û dibêje: “Hêzên rojavayê Kurdistanê bi rastî nedizanîn guherîn wisa bi lezgînî rû didin, lê bi saya siyaseta jîr a serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, me peymana Hewlêrê îmze kir. Gava guherînan rû da bi riya wê peymanê amadebûna me ya tevahî ji bo rûbirûbûna bûyeran hebû. Peymana Hewlêrê ji bo me wek bingehekê ye ku em dikarin bi hev re rojavayê Kurdistanê birêve bibin.”

Şeva borî, di civîneke hevbeş de di navbera ENKS û EGRK ê de li Qamişlo, Desteya Bilind a Kurdî hat ragihandin.

Desteya Bilind a Kurdî ji 10 endaman pêk tê ku 5 ji wan girêdayî ENKS û 5ê din jî girêdayî EGRKê ne. Erkê vê desteyê danîna siyaseteke giştî û serkirdayetî kirina kurdên rojavayê Kurdistanê ye di vê qonaxa çarenivîsî ku tê de derbas dibin.   

Rûdaw

Diğer Haberler