Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rojavayê Kurdistanê ji Libnanê mezintir e

Rojavayê Kurdistanê ji Libnanê mezintir e

02 Ocak 2013 Çarşamba 18:33
Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê ku navenda wê li bajarê Bonn a Almanyayê ye nexşeya erdnîgariya Başûrojavayê Kurdistanê (Herêma Kurdistan a Sûriyeyê) belav kir û diyar kir ku rûberahiya vê herêmê ji Libnanê mezintir e.

Saziya navborî nexşeya Rojavayê Kurdistanê ji gundê ‘Eyn Dîwar’ a bajarê Dêrika bi ser parêzgeha Hesekê da destpêkirin ta Bakûrojhilatê ‘sînorê’ Sûriyeyê xêz kir bi dirêjahiya ‘sînorê’ Tirkiyeyê ve ta digihêje Îskenderûnê.

Li gorî rojnameya ‘el Erebiye’ ragihand Seroka Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê Jiyan Bedirxan got ku her çend nexşeya belav kirine li karê rêveberia heyî Sûriyeyê nayê jî, lê belê ev nexşe li gorî rastiya dîrokî û erdnîgarî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye xêzkirin.

Her wiha li gorî amarên vê saziyê li Sûriyeyê derdora 3 mîlyon Kurd dijîn û bi piraniya Kurdan herêmên Kurdnişîn ên Rojavayê Kurdistanê dijîn.(Rûdaw)

Diğer Haberler