Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rojnameger û Wezîrê Dadê Li Silivriyê Geriyan

Rojnameger û Wezîrê Dadê Li Silivriyê Geriyan

12 Mayıs 2012 Cumartesi 10:42
Girtîgeha Sîlîvriyê ku di demên dawî de kesên ku li hundirê xwe de dihewîne bal kişande serxwe, deriyê xwe çapemeniyê re vekir.

Wezîrê Dadê Sadullah Ergin jî beşdarî geşta girtîgehê bû. Hat diyar kirin ku turên agahdarkirina çapemeniyê, dê bidomin.

Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, rojek beriya gera Sîlîvrîyê ya bi qunciknivîsan re, wiha bilêv kiribû. Wezîr Ergîn û qunciknivîs, saet di 11’ê sibê de, bi otobusekê ve çûn girtîgeha Sîlîvriyê.
 
Ahmet Hakan, Oral Çalişlar, Asli Aydintaşbaş, Ergun Babahan, Rahim Er, Emre Aköz, Utku Çakirözer, Nagehan Alçi, Bülent Korucu, Tuncer Köseoğlu û Ruşen Çakir beşdarî gera bûn.
 
Serdana çapemeniyê, nezî 4 saet dewam kir û wezîr û rojnamevan, li girtîgeha 6 nimreyê geriyan. Rojnamevanan, nexweşxaneya bi 30 nivînî, ya ku ji aliyê wezareta tenduristiyê hatibû vekirin jî dîtin û paşê jî bi wezîr re xwarin xwarin.
 
Hat hînbûn ku di menuyê de şorbeya nîskê, pîlawa savarê û goştê mirîşkê hebû. Nivîskarên rojnameyan paşê jî digel wezîrê dadê Ergîn ve ji girtigehê vegeriyan. Hat diyar kirin ku ger û geşta çapemeniyê, dê dewam bike. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler