Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hat girtin

Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hat girtin

25 Mart 2012 Pazar 15:51
Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hat girtin. Polîsan bi ser Çapxaneya Rojnameyê Gunê de girtin û hejmara îro ya rojnameyê desteser kir.

Stenbol - Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hat girtin. Polîsan bi ser Çapxaneya Rojnameyê Gunê de girtin û hejmara îro ya rojnameyê desteser kir.

Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hat girtin. 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya ku nûçe û wêneyên di rûpelên 1, 8, 9 û 11'an 'propagandaya rêxistinê kirine' ji bo mehekê cezayê girtinê li rojnameyê birî. Ji bo hejmara Rojnemeyê yên îro û sibê jî biryara desteserkirinê hat dayîn. Piştî biryarê polîsan bi ser çapxaneya Rojnameyê Gunê de girtin û hejmara sibê desteser kir.

76 XEBATKARÊN WÊ HATIN KUŞTIN

Rojnameya Ozgur Gundemê piştî ku di 30'ê Gulana 1992'an dest bi weşana xwe kir, 8 nûçegihan û 19 belavkarên wê hatin qetilkirin. Rojname di 14'yê Nîsana 1994'an de hat girtin û piştî 17 salan 4'ê Nîsana sala borî dîsa derket pêşberê xwendevanên xwe. Rojnameya Ozgur Gundemê ku xwedî serûveneke dûvedirêj e, gelek caran ji aliyê polîsan ve rastî serdegirtinan hat. 30 jê nûçegihan 76 xebatên wê hatin kuştin.

Rojnameya Ozgur Gundemê gelek caran xebatên JÎTEM'ê yên li herêmê û komkujiyên Hîzbullahiyan derbasî rojeva raya giştî kir. Tenê 7 roj piştî dest bi weşana xwe kir Nûçegihanê wê Hafiz Akdemîr hat kuştin. Piştre Ferhat Tepe, Nazim Babaoglu jî di nav de 30 nûçegihanên wê hatin qetilkirin. Rojnameya ku di dema rewşa awarte de qedexe bû bikeve Kurdistanê her tim di hedefê de bû. Di encama kiryarên JÎTEM û Hîzbullahiyan de 76 xebatkarên wê jiyana xwe jidest dan. Rojnameya ku di 17'yê Nîsana 1994'an de bi temamî hat girtin, mîrateya xwe di 28'ê Nîsana 1994'an de dewr Rojnameya Ozgur Ulkeyê kir. 3 Buroyên vê rojnameyê jî 3'ê berfanbara 1994'an hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de xebatkarê Rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn.

ANF

Diğer Haberler