Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rûsiya bi fermî Barzanî bo Mosko vexwend

Rûsiya bi fermî Barzanî bo Mosko vexwend

29 Mayıs 2012 Salı 23:23
Nûnerê taybet ê Rûsiya li Rojhilata Navîn, Mîxayîl Bogdanof, nameya vexwendina fermî ya wezareta derve ya welatê xwe bo serdana Moskoyê pêşkêşî serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî kir.

Hewlêr, 29 Gulan – Nûnerê taybet ê Rûsiya li Rojhilata Navîn, Mîxayîl Bogdanof, nameya vexwendina fermî ya wezareta derve ya welatê xwe bo serdana Moskoyê pêşkêşî serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, îro li ofîsa xwe ya Selahedînê, pêşwaziya nûnerê taybet ê Rûsiya li rojhilata navîn, Mîxayîl Bogdanof kir.

Bogdanof, piştî ku nameya vexwendina fermî ya wezareta derve ya Rûsiya pêşkêşî Barzanî kir, got, Mosko qîmeteke mezin dide serdana Barzanî bo Rûsiya û dixaze pêwendiyên dîrokî yên navbera her du aliyan bihêztir bibe.

Mîxayîl Bogdanof, diyar kir, gelê Rûsiya ji gelê Kurdistanê bi taybetî serokê Herêma Kurdistanê gelekî hez dikin, lê welatê me heta niha bo pêşxistina têkiliyên digel Kurdistanê re xemsar bûye lê niha dixaze bi rijdî vê yekê bike.

Bogdanof, behsa kurdên Rûsiya jî kir û got, hurmeta kurdên Rûsiya bo serok Barzanî zêde ye û wî wek serokê xwe dizanin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî, vexwendina xwe bo Mosko qebûl kir û got, Herêma Kurdistanê dixaze pêwendiyên xwe digel Rûsiya Federal de pêş bixe û dostaniya xwe bihêz bike.

AKnews
 

Diğer Haberler