Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Rûsya piştgirî dide federaliya li Sûriyê

Rûsya piştgirî dide federaliya li Sûriyê

21 Nisan 2017 Cuma 11:09
Hevserokê Encumena Sûriyeya Demokratîk: Rûsya piştgirî dide federaliya li Sûriyê

Hevserokê Encumena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Riyad Derar, Lîwa Mihemed Hac Elî, Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Orsamê li Tirkiyê Oytun Orhan, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û hin kesayetiyên din beşdar bûn.

Mijara dîbeytê avakirina navçeyên aram li Sûriyê bû.

Beşdarên dîbeytê li ser pêwîstiya avakirina wan navçeyan hevnerîn bûn, lê hinekan ji wan weha dîtin ku ev plan pir dereng dê were bicîkirin.

Hevserokê Encumena Sûriyeya Demokratîk Riyad Dirar piştî dîbeytê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo rewşa Sûriyê federalîzma cografî çareserî ye.

Hevserokê Encumena Sûriya Demokratîk Riyad Derar ji bo navçeyên aram, federalîzma cografî weke nimûneya çareseriyê da zanîn.

Riyad Dirar got:

“Federmalîzma ku hatiye pêkêşkirin û tê gotobêjirin, li ser bingeha cografî ye, li Sûriyê ti kes nikare federalîzmek li ser bingeha etinîkî û tayifî ava bike, ew jî ji ber ku navçe têkle, lewma em li ser bingeha cografî gotobêj dike.

“Em bi federalîzmê difikirin, ji ber ku piştî şer perçebûn çê dibe, lewma em hewl didin dûbare xelkê bi hev bidin naskirin.”

Derar herwiha li ser projeya destûra nû ya Sûriyê ku Rûsya pêşniyar kiribû, axivî û diyar kir, ku Rûsya piştgirî dide avakirina sîstema federaliyê li Sûriyê.

Tirkiye ku di destpêka kirîza Sûriyê de daxwaza avakirina navçeyên aram dike, naxwaza navçeyên di bin destê HSDê de têkevin nav vê planê.

Pisporê navenda Orsam Otron Orhan jî li ser hemna mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Hin şirovekarên siyasî weha dibînin, heger Amerîka bifikre navçeyeke aram li Rojavayê Kurdistanê ava bike, wê rola Başûrê Kurdistanê di nav wê pilanê de hebe, êdî wê demê wê were xwestin ku PYD ligel aliyên din li ser birêvebirina navçeyê lihev bike.”

Şirovekarê siyasî Mistefa Şefîq jî di daxuyaniya xwe ya li gel Rûdawê de amaje bi rola Heêrma Kurdistanê di avakirina herêman ewle li Sûriyê de kir û destnîşan kir: “Hîn jî îdareya Trump pilana navçeyên aram gotobêj dike, lê ev pilan her kesî bi xwe re mijûl kiriye, dibe ku sê navçeyên aram li Sûriyê werin avakirin û çavê her kesî jî li Rojavayê Kurdistanê ye.” Rûdaw

Diğer Haberler