Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Salih Firat ji CHP’ê îstifa kir

Salih Firat ji CHP'ê îstifa kir

24 Ocak 2013 Perşembe 19:41
Parlamenterê CHP’ê yê Semsûrê Salih Firat, li hemberî gotinên nijadperest ên Parlamentera CHP’ê Bîrgul Ayman Guler nerazîbûn nîşan da û ji partiya xwe îstifa kir.

Axaftina Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler ku şevê din di Parlamentoya Tirkiyeyê de kir, rastê nerazîbûnê hat. Ayman, di hevdîtinên qanûna parastina kurdî de, gotibû “Nabe tirk û kurd wekhev bin. Pirsgirêka kurd tune ye. We pirsgirêka tirk çêkir”. Li ser vê yekê Parlamenterê CHP’ê yê Semsûrê Salih Firat nerazîbûn nîşan da û ji partiya xwe îstifa kir.

Firat dê piştre daxuyaniyeke berfireh bide çapameniyê. Şêwirmenda Firat, Ayfer Erdogan jî ev îstifa piştrast kir û aşkera kir ew ê piştre daxuyaniyek bidin çapemeniyê.

Salîh Firat di sala 1960’î de li Semsûrê hate dinyayê. Ew bi xwe bijîşkê tipê ye. Firat ku heta niha di gelek nexweşxaneyan de xebitiye, di heman demê de endamê Komeleya Mafên Mirovan a Semsûrê ye. Salih Firat zewicî ye û bavê 3 zarokan e.(Rûdaw)

Diğer Haberler