Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şampiyonê cîhanê dixwaze li Amedê Dibistana Pîzzayê veke

Şampiyonê cîhanê dixwaze li Amedê Dibistana Pîzzayê veke

18 Ağustos 2012 Cumartesi 05:01
Şampiyonê Pîzzayê yê Cîhanê Hakki Akdenîz ku ji Amedê ye û niha li Amerîkayê dijî, dixwaze li Amedê Dibistana Pîzzayê veke. Akdenîz, ji bo welatiyên xwe li Amedê li ser pîzzayê şow kir.

Şampiyonê cîhanê yê pîzzayê Hakki Akdenîz ku 15 sal berê çû Amerîkayê û li wê derê li ser hev şampiyoniyên cîhanê bi dest xist, bi vî pereyî li Amerîkayê ji xwe re du salonên pîzzayê vekir. Serkeftinên Hakki Akdenîz ku di rojnameya me Rûdawê de hatibû belavkirin, vê heftiyê hate Amedê û li saloneke xwarinê şowa pîzzayê kir/

‘Min feqîrî pir dîtiye’

Hakki Akdenîzê ji Amedê tam 15 sal berê dev ji welatê xwe berdide û bi awayeke qaçax diçe Amerîkayê. Li wir bi salan di karên cur bi cur de dixebite. Lê ji ber ku di zarokatiya xwe de li Amedê di firûneke lehmecûnê de xebitiye, dixwaze bi vê tecrûbeya xwe di karê pîzzayê de bixebite. Hakki Akdenîz dest bi pîzzayê dike û di demeke kin de dibe hosteyê pîzzayê. Piştre tevli şowên pîzzayê dibe, pêşandanan çêdike. Li Amerîkayê û Îtalyayê tevli pêşbaziyên şowên pîzzayê dibe û li ser hev şampiyoniya Amerîkayê û cîhanê bi dest dixe. Bi pereyê ku ji van şampiyoniyan qezenç dike ji xwe re li Amerîkayê 2 salonên pîzzayê vedike.  Akdenîz li xwaringeheke Amedê jî derkete pêşberî welatiyên xwe û bi pîzzayê dest bi şowê kir. Kesên ku ev şow temaşe kirin, li hemberî hunera Akdenîz matmayî man. Pîzzavanê kurd bi awayeke çavgirtî, destê wî kelepçekirî, li ber hevîrê bi agir pêşandana pîzzayê kir.

Pîzzavanê kurd Hakki Akdenîz piştî ku ev pêşandana xwe bi awayeke serkeftî qedand, diyar kir xeyala wî ya herî mezin li Amedê vekirina dibistaneke pîzzayê ye. Akdenîz, got ji bo vê yekê çi bikeve ser milê wî dê bike.(Rûdaw)

Diğer Haberler