Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Şanda DTK Serdana Herêm Dike

Şanda DTK Serdana Herêm Dike

01 Eylül 2010 Çarşamba 19:38
Ahmet Turk û Aysel Tugluk hevserokên Kongira Civaka Demokratîk (DTK) roja 5ê vê mehê bo hevdîtina gel Celal Talebanî, Serokomarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, serdana herêmê dikin.
Ahmet Turk û Aysel Tugluk hevserokên Kongira Civaka Demokratîk (DTK) roja 5ê vê mehê bo hevdîtina gel Celal Talebanî, Serokomarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, serdana herêmê dikin.
 
Li gor agahiyên ku Aysel Tugluk daye nûçegihanê AKnews, şanda DTK  dê di hevdîtina digel Celal Talebanî û Nêçîrvan Barzanî de, li ser mijara “­Konferansa Netewî” û dîroka lidar xistina konferansê nîqaş bikin.

Her wiha Tugluk behsa agirbesta yek alî ya PKK jî kir û ragihan ku yek ji mijarên vê hevdîtinê jî ev agirbeste.

Hevseroka DTKê got, em hewlên birêz Talebanî û berpirsên Herêma Kurdistanê bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê girîng dibînin.

Şanda DTK di serdana xwe ya tîrmeha borî de bo herêmê, daxwaza hevdîtin digel Celal Talebanî, sikirtêrê giştî yê YNK û Serokomarê Iraqê kiribû û ew daxwaz ji aliyê Talibanî ve hatibû pejirandin.

Li ser vê yekê, şanda DTKê dê roja 5 vê mehê serdana Herêma Kurdistanê bikin û digel Talebanî û Cîgirê Serokê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) hevdîtin pêk bînin.

AKnews

Diğer Haberler