Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şanda Kurdistanê diçe Amerîkayê

Şanda Kurdistanê diçe Amerîkayê

11 Mart 2017 Cumartesi 00:05
Piştî biryara nû ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û derxistina navê Iraqê ji lîsteya wan welatên ku dê ji 16ê vê mehê ve geşta welatiyên wan bo Amerîkayê qedexe be, yekemîn şanda Herêma Kurdistanê diçe Amerîkayê.

Li gorî agahiyan, şandeke Herêma Kurdistanê ku ji nûnerên pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê pêk tê, weke yekemîn şanda Kurdistanê piştî biryara nû ya Donald Trump serdana wî welatî dike.

Rêvebirê Pêwendiyên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Herêma Kurdistan, Merîwan Neqşbendî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro înê şandeke pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve birêdkeve. Ev şand ji nûnerên olên Îslam, Mesîhiyet, Cihû, Êzidî û Zerdeştî pêk tê”.

Merîwan Neqşbendî ku bi xwe endamê wê şandê ye, herwiha got: “Serdana nûnerên pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê li ser vexwandina hikûmeta Amerîka û bi rêya balyozê wî welayî li Iraqê bûye ku sal û nîceke amadekariyê jê re dike û ji 13ê heta 31ê vê mehê dê çendîn civîn û konfransan saz bikin”.

Neqşbendî amaje bi wê jî kir, ku her çend wê şandê pêştir jî vîzeya Amerîkayê wergirtibû, lê belê ji ber biryara Donald Trump û qedexkirina geşta welatiyên 7 welatan bo Amerîkayê, ku di nava wan de Iraq jî hebû, me nekarî wê geşta xwe pêk bînin.

Bi gotina Merîwan Neqşbendî, niha ew weke yekemîn şand li sertaserê Iraqê û piştî hilweşandina biryara pêştir a Trump, serdana Amerîkayê dikin.

Pêştir û di destpêka wergirtina kursiya serokatiya Amerîkayê de, Turmp biryarke bo qedexekirina derbasbûna welatiyên 7 dewletên Îran, Iraq, Lîbya, Somalî, Sudan, Sûriye û Yemenê derxistibû, lê belê piştre ji aliyê dadgeha Amerîkayê ve hatibû redkirin.

Trump roja duşemiya bihorî biryarkee nû bi hin pêdeçûn û guhertinan ve derxist, ku dê ji 16ê Adara 2017ê ve were cîbicîkirin. Di biryara nû ya Turmp de, navê Iraqê ji lîsteya qedexeyê hatiye derxistin.

Rûdaw

Diğer Haberler