Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şandina hezar meleyan bo Bakurê Kurdistanê bû sedema nîqaşan

Şandina hezar meleyan bo Bakurê Kurdistanê bû sedema nîqaşan

01 Temmuz 2012 Pazar 01:15
Li Tirkiyeyê Serokatiya Karê Diyanetê, di serî de ji bo Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt û bajarên ku Kurd lê dijîn, bi hinceta ku wê dersa “meletî û Quranê” bidin, hezar mele peywirdar kirin.

Ji meleyên ku li medreseyan perwede bûne yek hezar mele pistî ezmûnê hatin hilbijartin û cîgirê Serokwezîr, Bekir Bozdag, ragihand ev kadroya ku ji hezar meleyan pêk tê tenê vê carê bo kar tê veguhastin.

Lê ji ber ku ev pêkanîn tenê li bajarên Kurdan çêbû, di nava Kurdan de şik û guman jî zêde bûn. Li gorî hin derdoran ev proje siyasî ye û dixwazin Kurdan bi rêya olê bi sîstemê ve girê bidin. Parlementerê BDPê yê Amedê, Altan Tan, bal kişand ser wê yekê ku ev wezîfedarkirina meleyan tenê li bajarên Kurdan pêk hatiye û ji serokwezîr pirsa “Hûn dixwazin olê weke afyon bi kar bîn an na?” kir.

Tan: Ma hûn dibêjin ‘ha ji we re ola we, dev ji Kurdayetiya xwe berdin’?

Parlementerê BDPê, Altan Tan, mijar ji Rûdawê re şîrove kir. Tan bi bîr xist ku Erdogan di axaftina xwe ya Amedê de gotiye “Ezê li Diyarbekirê mizgefta herî mezin çêbikim, hezar meleyan bişînim herêmê” û wiha axivî: “Ez meraq dikim; çima mizgeft li Bodrum, Îzmîr, Mugla, Antalya, Trabzon, Sînop, Konyayê nayên çêkirin û tenê li Amedê tê çêkirin. Mele çima li bajarên din nayên peywirdarkirin, tenê li bajarên Kurdan tên bicihkirin?” Tan destnîşan kir ku ew bi Îslamê re jî, bi meleyan re jî li hev dikin, li hemberî wan bi hurmet in û wiha axivî: “Lê tu çima vê helawê tim datînî ber me? Jixwe bi me re helew pirr e. Li Tirkiyeyê gellek herêm hene ku pêdiviya wan bi îrşada olê heye. Em jî meraq dikin; gelo dewlet dixwaze olê weke afyon bi kar bîne? Gelo dibêjin ha ji we re dîn, dev ji Kurdayetiya xwe berdin? Dibêjin hinek jî em wan bi feraseta sexte ya oldariyê bixapînin, em roja xwe hinekî jî wiha derbas bikin? Hûn dixwazin çi bikin, fermo eşkera bikin. Birêz serokwezîr û serokê Karê Diyanetê bila bersiva van pirsên me bidin.”

Alimê olî, Nurettin Sonmez: Dixwazin Kurdan bi sîstemê ve girê bidin

Alimê ola îslamê, Nurettîn Sonmez, ku 14 salan li medreseyan perwerde dît û sazûmankarê Komeleya Oldarên Anatolyayê ye, diyar kir ku şandina meleyan a bo bajarên Kurdan ji oldariyê zêdetir projeyeke siyasî ye. Sonmez diyar kir bi vê projeyê dixwazin Kurdan bi rêya olê bi sîstemê ve girê bidin û wiha got: “Dixwazin bi vê rêyê dawî li nimêjên înê yên sivîl bînin. Van meleyan bi meaş dixwazin ji van kirinan dûr bixin. Di salên 1990î de jî, di dema hikûmeta Tansu Çîllerê de, projeyeke wiha çêkiribûn. Ev polîtîkaya dewletê wê çaxê negihişte armanca xwe, niha jî wê negihije armanca xwe.”

Sekreterê Giştî yê Diyanet-Senê, Ozkan: Jixwe meletî dikirin

Sekreterê giştî yê Sendîkaya Diyanetê (Diyanet Sen), Hacibey Ozkan, jî got ti aliyên siyasî yên vê projeyê tine ne û ew weke sendîka piştgirî didin vê projeyê. Ozkan got ku pirraniya meleyên mijara gotinê yên medreseyan e û jixwe van meleyan li gund, zozan û cihên din bi pereyên gel di mizgeftan de meletî dikir. Ozkan wiha axivî: “Ev mele bi nanoziko dijiyan. Ev mele piştî vê biryarê wê di hêla aborî de rihet bibin. Em heman pêxemberî û heman kitêbê dihebînin lê pirraniya gelê herêmê ji mezhebê şafiî ye. Ew mele wê di wê çarçoveyê de xizmetê bidin.”

Kemal Avci - Rûdaw

Diğer Haberler