Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şanogerên Başûr û Rojhilat Baydemîr ziyaret kirin

Şanogerên Başûr û Rojhilat Baydemîr ziyaret kirin

03 Mayıs 2012 Perşembe 23:38
Komên şanoyên yên ji Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Urmiyê hatibûn Diyarbekirê, Şaredar Osman Baydemîr ziyaret kirin.

Diyarbekir 3 Gulan – Komên şanoyên yên ji Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Urmiyê hatibûn Diyarbekirê, Şaredar Osman Baydemîr ziyaret kirin. Şanogeran, diyar kir ku serdanên bi vî rengî û mîhrîcanên kurdewarî dê sînorên di dilên kurdan de rakin û kurdan nêzî hev bikin.

Di serdanê de Serokê Daîreya Çandê Muharem Cebe, Gerînendeyê Şanoya Şaredariyê Ruknettîn Gun û Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî amade bû. Serokê Lijneya Hilbijêr a Pêşbirga Tekstên Şanoya Kurdî Muhsîn Osman jî tevli hevdîtinê bû. Osman, diyar kir ku bi hevdîtin, serdan û mîhrîcanên çand û hunera kurdî, dê sînorên di dilê kurdan de ji holê bên rakirin. Şanoger Viyan Mayî jî destnîşan kir ku ciwanan berê qet Diyarbekirê nedîtine û ji Baydemîr re got “Bibîkên çavên te dibiriqin. Ev yek ez pir hestiyar kirim. Ev jî bi berxwedana gelê me pêk hatiye.”

Parlamentera ji Silêmaniyê Dilşad Husên ku di pêşbirga tekstên şanoyê de xeleta yekemîniyê wergirt jî di hevdîtinê de ji Baydemîr re spasî kir û wiha got: “Bi me re tecrûbeyeyek 50 sal heye. Min jî digot qey em ê tecrûbeyên xwe bi we re parve bikin. Lê em dibînin ku gelek tiştên ku em ji we hîn bibin hene.”

Şanogerê ku ji Urmiyêh atibû Yakup Huseyîn jî da zanîn ku wî li Diyarbekirê bêhna azadiyê sitandiye û wî li vê derê xwe weke di mala xwe de hîs kiriye.

Baydemîr, da zanîn ku dilê wî ji bo Urmiye, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Qamişloyê gurpegurp dike û wiha got: “Niha derbarê min de qedexeya derketina derveyî welat heye. Hêvîdar im ev qedexebûn dê ji holê rabe û ez ê jî bêm serdana Urmiye, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Qamişloyê. Ez ê bêm serdana Zaxoyê.”

md AKnews
 

Diğer Haberler