Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şanokarên Zaxo şanogeriyek li Diyarbekirê pêşan dan

Şanokarên Zaxo şanogeriyek li Diyarbekirê pêşan dan

04 Mayıs 2012 Cuma 13:35
Di çarçoveya çalakiyên yekemîn festîvala şanoya kurdî li Diyarbekirê de, koma Mîtra ya şanoyê ya Zaxo şanogeriya “avabûna stêra mizgîniyê hilatina rojê ye” pêşkêş kir

Diyarbekir, 4 Gulan  – Di çarçoveya çalakiyên yekemîn festîvala şanoya kurdî li Diyarbekirê de, koma Mîtra ya şanoyê ya Zaxo şanogeriya “avabûna stêra mizgîniyê hilatina rojê ye” pêşkêş kir.

Şanogerî, duhî, li hola Cegerxwîn hate pêşandan.

Şanogerî ku behsa bidarvekirina çalakvanê kurd Ferzad Kemanger dike, ji nivîsandin û derhênana Kawar Kerîm e û her yek ji Ravo Şerîf û Bêwar Ekrem tê de dilîzin.

Kawar Kerîm di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku şanogerî berî niha li Zaxo û Duhokê hate pêşandan û kêfxweşiya xwe anî ser ziman ku ew beşdariya yekemîn festîvala şanoyê li Diyarbekirê dikin.

Kerîm amaje kir ku şanogriya wan behsa bidarvekirina çalakvanên kurd bi giştî û Ferzad Kemanger bi taybet dike.

hm (AKnews)

Diğer Haberler