Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şaredariya Norşînê ’Qada Roboskiyê’ ava dike

Şaredariya Norşînê 'Qada Roboskiyê' ava dike

08 Ağustos 2012 Çarşamba 07:07
Şaredariya Norşînê dest bi xebata qada Parka Roboskî ya di çarçoveya xabetên sala 2012 de dimeşîne kir.

Li Bedlîsê Şaredariya Norşînê dest bi xebatên qada Roboskiyê a ku di çarçoveya projeyên xwe yên sala 2012 de kir. Qada cara yekemîn li navçeyê tê çekirin navê xwe ji Roboskî a ku bi qetilkirina 34 welatiyan tê zanîn digire. Di çarçoveya proje de li qada pişt Mala Mamosteya a ji 2 hezar 32 metrekara pêk tê, tê avakirin. Li vê qadê abîdeya Ehmedê Xanî dê bê çekirin û koşeya têde 34 darên 34 welatiyan sembolîze dike bên çandin. Dê di qade de parqa herî mezin a 3'yemîn ya navçeyê bê çekirin. Parqa li taxa Erentepe li ser hezar 500 metrekarê bê çekirin dê ji bo zarokan komên lîstîkê jî bên çekirin.

Şaredarê Norşînê Mehmet Emîn Ozkan derheqê xebatên qade de agahî da û diyar kir ku ewê ji bo Norşînek nûjen ji serî heta binî ji nû ve ava bikin. Ozkan, da zanîn ku wan dest bi xebatên qada navê Roboskî kirine û got heta dawî dê xebatên xwe ji bo gel berdewam bikin.

Mîmara Peyzajê ya Şaredariyê Duygu Îlîklerden jî, bilêv kir ku qada Roboskiyê dê li navçeyê bibe qada yekemîn û wan dest bi xebatên qade kirine. Îlîklerden, da zanîn ku ewê xebatên qadê di meha îlonê bi dawî bikin û dê qade ji gel re vekin. Îlîklerden derbarê qade ev agahî dan: "Qada 2 hezar 32 metredame tê çekirin. Dê 550 metrekare qada şinahiyê bin. Abîdeya Ehmedê Xanî, şelalê û 4 hep pergole, cihên rûnştine tên çekirin. Dê 500 metrekare jî park bê çekirin."(ANF)

Diğer Haberler