Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Sarko Li Ber Çûyînê ye

Sarko Li Ber Çûyînê ye

22 Nisan 2012 Pazar 15:41
Li Fransayê îro yekemîn dewreya hilbijartina serokê dewletê pêk tê.

Dora 44,5 milyon welatiyên fransî yên xwedî mafê hilbijartinê, dê îro bikaribin beşdarî dengdanê bibin. 

Di dewreya yekem de îro deh namzet ji bo serokatiya dewletê dikevin pêşbirka hilbijartinê. Ger yek ji berbijêran zêdeyî ji sedî pêncî dengan bi dest bixe, hingî hilbijartin bi dawî tê û ew dibe serok. Lê ihtîmala ku ev yek pêk neyê, pir mezin e. Hingî dê di 6ê gulanê de hilbijartina dawî pêk bê. Di wê hilbijartinê de herdu berbijêrên ku piraniya dengên ji dewreya yekem bi dest xistine, dê bên pêşberî hev.

Di rapirsînan de berbijêrê Partiya Sosyalîst François Hollande bi hinekî li pêşiya serokê niha Nicolas Sarkozy ye. Ger hilbijartin di dewreya yekem de encamê nede, şandê Hollande ji bo serketina di dewreya duyem de baş in ku bibe serokê Fransayê. Hollande doza derîbeyeke ji 75 ji sedî ji bo dewlemendan, vegera ji bo temenê 60 salî ji bo çûna teqaûdê û bicîkirina 60 hezar mamosteyên nû di dibistanan de. Ger Hollande bi ser keve, ewê bibe duyemîn serokê Fransayê ji Partiya Sosyalîst piştî François Mitterand, ku ji 1981ê ta 1995ê serokê dewletê bû.

Encamên pêşî yên hilbijartinê dê îşev seet 20.00 piştî girtina tevaya deverên hilbijartinê diyar bibin. (xeberenkurdi)

Diğer Haberler