Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Sedî 94ê beşdarên anketa BBC: Kerkûk vedigere ser Kurdistanê

Sedî 94ê beşdarên anketa BBC: Kerkûk vedigere ser Kurdistanê

27 Kasım 2012 Salı 22:29
Di anketa malpera BBC ya taybet ji bo Kerkûkê, sedî 94ê beşdarvanan dengê xwe ji bo vegerandina Kerkûkê ya bo Herêma Kurdistanê dan.

Pirsa anketa BBC jî ev bû, Kerkûk wê bibe girêdayî kuderê?

-          Bexda  ..........

-          Kurdistana Iraqê (Werger: Herêma Kurdistanê) ..........

Heta dema amadekirina vê nûçeyê 17 hezar û 80 kesên tevlî wê anketê bûne, sedî 94ê wan dengê xwe ji bo vegera Kerkûkê ya bo Herêma Kurdistanê dane. Tenê sedî 6ê wê malpera erebî deng dane ku vegere ser Bexdayê.

Ev anketa BBC Arabic piştî wê yekê tê ku ji ber hatina hêza Dîcle ya bo navçeyên veqetayî, alozî navbera Hewlêr û Bexdayê de rûdaye. Ji ber vê aloziyê jî hêjmarek zêde ya hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûk û navçeyên veqetayî hatine bi cih kirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler