Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Sedsala Kurdan

Sedsala Kurdan

17 Ekim 2012 Çarşamba 09:15
Nivîskar- rojnameger Kurtuluş Tayîz gotina ‘Sedsala Kurdan' nirxand.

Xwedê zane lê Bihara Ereban herî zêde kêrî Kurdan hat. Li Rojhilata Navîn rejimên berê yek û yek dihilweşin, statükoya ku sed sal berê hatî avakirin jî belav dibe. Di navenda vê perçebûnê de Kurdên li Sûrî Iraq, Îran û Tirkiye hene. Berdevkên Kurdan k udi bin bandora vê gotinê de man, di deravên dawî de gotineke pêşxistin.

Dibêjin dê ev sed sal bibe ya Kurdan. Hilbet ne tenê kurdên Tirkiye, yên Sûrî, Iraq û Îranê jî di bin vê tesîrê de ne.

Rêvebirên herêma Kurdistan, berdevkên Kurdên Sûrî û siyasetvanên Kurd yên Tirkiye li ser heman gotine, xwedî heman fikrê ne. Di Kongreya BDPê de serok Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak jî heman gotinê anîn ziman. Yanî tevahiya berdevkên Kurdan dibêjin wextê derketina meydanê hatiye.

Tişta girîng eve ku rêxistinên li dijî PKKê jî xwedî heman heyecanê ne.

Siyastevan û nivîskar Îbrahîm Guçlu wisa diaxive: ‘sed bsala 21 dê bibe ya Kurdan. Bê guman di vê sedsalê de, Kurd mîna miletên din di çarçoveya şertên navnetewî de dê derkevin meydanê. Ne hewceye ku dewlet xwe bixapîne. Kurd mîna neteweyên din dê bigihin xala dawînî û di welatê xwe de qasî Tirkan bibin xwedî mafê îqtidarê’

Ji b ovan geşedanan hevdîtinên Osloyê firseteke girîngin. Lê divê em qebûl biki,n ku Abdullah Ocalan bitena sere xwe nikare aştiyê pêk bîne.lê bêyî wî jî aştî nabe.  Bê PKKê jî pêvajoya aştiyê rêve naçe. Dewlet jî bi vê yekê zane ye. Tirkiye dikare modela çareseriya pirsa xwe ava bike. Ev şans her wext heye. Lê divê hikumet wêrektir be. Yanî pêvajoya Osloyê şanseke girîng e.

Çime:xeberenkurdi.com

Diğer Haberler