Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şefîq û Musrî dê rikaberiyê li ser posta serokatiya Misrê bikin

Şefîq û Musrî dê rikaberiyê li ser posta serokatiya Misrê bikin

27 Mayıs 2012 Pazar 11:51
Encamên dawî yên nefermî yên hilbijartinên Misrê amaje bi seroketina Mihemed Mursî û Ehmed Şefîq dikin

Mihemed Mursî berbijarê Îxwan Muslimîn e û Ehmed Şefîq serokwezîrê dawî bû di serdema desthilatdariya Husnî Mubarek de.

Li gorî malperên Misrê, Mursî 24.9% û Şefîq 24.5% ji dengan bi dest xistine, pey wan re jî Hemîd Sebahî tê ku 21.1% bi dest xistine.

Endamê komîteya bilind a hilbijartinên serokatiya Misrê Omer Selame ragihand ku rêjeya dengdanê li seranserê welat bêtirî 51% bû.

Li gorî van encamên nefermî, Şefîq û Mursî di gera duyemîn a hilbijartinan de ku biryar e 16 û 17ê hezîranê birêve biçe, dê rikaberiyê li ser wergirtina posta serokatiya Misrê bikin.

(AKnews)

Diğer Haberler