Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şengal li dijî hêza Dîcle meşiya

Şengal li dijî hêza Dîcle meşiya

02 Aralık 2012 Pazar 21:11
Li Şengalê li dijî hêza Dîcle xwepêşandanek hat lidarxistin. Qeymiqamê Şengalê jî ji Rûdawê re diyar kir ku 2 hezar û 500 kes beşdarî xwepêşandanê bûn.

Qeymiqamê qezaya Şengal Mîsir Hecî derbarê xwepêşandana îro li pêşiya qeymiqamtiyê hatî lidarxistin de ji Rûdawê re got: “Îro danê sibehê nêzî 2 hezar û 500 mirov hatin pêşiya qeymiqamtiyê û hatina hêza Dîcle ya bo herêmên veqetayî şermezar bikin.” Hecî diyar kir ku ew jî ligel xwepêşanderan beşdarî xwepêşandanê bûn û wiha got: “Em bi gelê xwe re beşdarî şermezarkirina hatina vê hêza ku armanca wê ya serekî têkvebirina rewşa herêmê ye bûn. Emê hewl bidin ku di demekî nêzîk de daxwazên wan pêşkêşî aliyên têkildar bikin.”

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, welatiyên ku tevlî xwepêşandanê bûne, ji bo piştgiriya pêşmergeyan û ji bo her egerekê Şengalê biparêzin, lîsteyeke navan dirûstkirine.(Rûdaw)

Diğer Haberler