Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şerafedîn Elçî: Kurd û Tirk ber bi xala parçebûnê ve diçin

Şerafedîn Elçî: Kurd û Tirk ber bi xala parçebûnê ve diçin

01 Kasım 2012 Perşembe 06:51
Parlamenterê serbixwe yê Amedê û serokê KADEPê Şerafedîn Elçî diyar kir ku ger serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi vî mejiyê niha berdewam bike, wê parçebûn çêbibe.

Nivîskarê rojnameya Radîkal a Tirkiyê Oral Çalişlar derbarê gotinên Elçî de ji Rûdawê re got: “Hê her tişt ne qediyaye û derfetên çareseriyê hene. Mixabin ziman û nêzîkatiyên serokwezîr Erdogan ên di sala dawiyê de nerênî ne.”

Parlamenterê serbixwe yê Amedê û serokê KADEPê Şerafedîn Elçî, ji nivîskara rojnameya Milliyet a Tirkiyê Asli Aydıntaşbaş re axivî. Elçî li ser pirsa ‘Wê piştî 10 salên din Tirkiyeyekî çawa li pêşberî me hebe?’ got: “Serokwezîr (Recep Tayîp Erdogan) bi vî mejiyî biçe, wê parçebûn çêbibe. Em hêdî-hêdî ber bi wê xalê ve diçin. Neslê me ji bo çareserkirina pirsa kurd şansê dawiye. Ger ligel me lihev nekin, neslê li pişt me ji bo lihevkirinê razî nabe. Divê serokwezîr lezûbez destê xwe bigre.”

Elçî di berdewama axaftinên xwe de wiha dibêje: “Kurd ji bo aştiyekî bi rûmet razîne, lê êdî bi teslîmiyetek bê şeref razî nabin. Naxwazin bibin parçeya gelekî, dixwazin bibin gelekî wekhev. Berhevkirina serokwezîr a xwe ligel salên 90î çewtiye, kurdên wê demê û yên niha jî hev cûda ne. Ger wê demê dersa bijarte daban kurdan, wê kiriban cejin, lê îro ti wateya wê nîne.” Elçî li ser pirsa ‘Dibe ku piştî 10 salên din ne parçebûn tiştên baş jî çêbibin?’ got: “Erê, lê ne bi vî mejiyî. Ger niyeta serokwezîr a ji bo çareseriya pirsa kurd hebe, wê tenê prensîbekê bipejirîne: Kurd xwediyê mafekî wekhev in. Ger razî bibe ku vê zîhniyetê biguherîne, ji xwe wê pirsgirêk xwe bi xwe çareser bibe.”

Nivîskarê rojnameya Radîkal a Tirkiyê Oral Çalişlar li ser gotinên Elçî yên ‘ger heta 10 salên din pirsa kurd neyê çareserkirin, wê parçebûn çêbibe’ ji Rûdawê re axivî. Çalişlar bi rêya meylê bersiva pirsên Rûdawê yên di vê derbarê de da û wiha got: “Tiştên ku Şerafedîn Elçî gotî, berî niha ji aliyê gelek siyasetmedarên kurd ên aştiyê dixwazin ve jî hatiye gotin. Her ku diçe nêzîkatiyên serokwezîr (Werger: Recep Tayîp Erdogan) rewşekî nerênî werdigre. Belê, divê pirsa kurd di nava wekhevî û mafê kurdan bê dayîn û çareserkirin. Ger bi vî awayî çênebe, wê valehiya parçebûnê ya navbera herdu gelan de zêdetir bibe. Heta niha tevî gelek êş hatine kişandin jî, herdu gelan dostaniya xwe parastine. Ez hê difikirim ku derfetên aştî û çareseriyekî bi hev re heye. Divê hewldanên me di vî warî de bin.”

Oral Çalişlar di berdewama axaftinên xwe de wiha dibêje: “Mixabin ziman û nêzîkatiyên serokwezîr Erdogan ên di sala dawiyê de nerênî ne. Lê divê dîsa em bixwazin ku dîtina xwe biguherîne. Ji ber niha siyasetmedarê herî bihêz ew e. Helwesta CHP û MHPê hê xirabtire.”

Nivîskar Oral Çalişlar dibêje: “Ji bo parastina yekîtiyê, divê pêşwaziya daxwazên kurdan ên mafê mirov yên bingehîn bê kirin.”

Oral Çalişlar diyar kir ku divê dîsa pêvajoya Osloyê dest pê bike û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hê her tişt ne qediyaye. Hê derfetên çareseriyê hene. Çalakiyên şiddetê pîskolojiya aliyê tirk xira dike û karê siyasetmedaran zehmet dike. Ji bo çareseriya vê pirsê, şerte ku herdu alî jî jidil bin. Dîsa pêvajoya Osloyê dikare dest pê bike. Divê dest pê bike… Îmralî dikare bikeve dewreyê, divê bikeve…”

Diğer Haberler