Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şerafedîn Elçî: Tirkiye li pey xeyala Osmaniyan a Nû ye

Şerafedîn Elçî: Tirkiye li pey xeyala Osmaniyan a Nû ye

28 Temmuz 2012 Cumartesi 01:26
Serokê KADEPê û Parlamenterê Amedê Şerefadîn Elçî li ser daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Rojavayê Kurdistanê de axivî û got: “Li pey Xeyala Osmaniyan a Nû ne. Tirkiye li her derî ji hebûna Kurdan aciz e.”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan şeva din beşdarî kanalekî televizyonê bû. Erdogan derbarê pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin de axivî û got: “Rejîma Esed bi giştî bakur ji wan re hêla û ketiye ser rêya derketinê. Em qet li vê derê rê nadin rêxistinbûna PKKê. Di vê xalê de tişta pêwîst emê bikin. Hessasiyeta Tirkiyê ya di mijara rêxistina terorê de diyare. Çêbûna statuyek li Qamişloyê jî Tirkiyê dilgiran dike.”

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) û parlamenterê Amedê Şerafedîn Elçî beşdarî bernameya ‘Dema Rojava’ ya Ronahî TV bû û li ser daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Şerafedîn Elçî derbarê axaftinên Erdogan de wiha got: “Kesê dewleta Tirkiyê nas bike, ji gotinên Erdogan ecêbmayî namîne. Ji ber siyaseta wan a bingehîn eve. Herçendî ku ji bo Sûriyê behsa mafê mirovan dikir, yê ku fêm dikir bi temamî dizanî ku ev bi temamî derewe.”

Elçî diyar kir ku divê Tirkiyê mafê gelê xwe yê li Tirkiyê bide û wiha pêdeçû: “Ger derdê te mafê mirovan û gelan be, divê berî her tiştî tû nava xwe paqij bikî. Ma zilmî û neheqiya tû li Tirkiyê li ser Kurdan dimeşînî, zilma Beşar Esed jî bi wî awayî bû yan na. Li cihê ku tu li mafê wan bigerî, mafê gelê xwe bide.”

Serokê KADPê bilêv kir ku du dîtinên Tirkiyê yên ji tevgera li Sûriyê hebûn û got: “Ya yekemîn pêşî li Kurdan bigre, kurd ti mafan bi dest nexin û nebin xwediyê ti statûyan. Ya duyemîn jî xeyaleke wan heye. Wekî ku ew dibêjin, ‘Xeyala Osmaniyan a Nû’ ye. Carekî din li Rojhilata Navîn deshilatdariya xwe bimeşînin.”

Elçî destnîşan kir ku ev herdu dîtin jî vale derketin û got: “Hem nekarîn pêşî li wê yekê bigrin ku bibin xwedî statû û hem jî ereban ew fêm kirin. Zanîn ku armanca wan ne di xêra ereban de ye û ji bo wê yekê jî hêrs dibe.”

Parlamenterê Amedê bi bîr xist ku Tirkiye li her derî ji hebûna Kurdan neraziye û got: “Meseleya Tirkiyê ji hebûna Kurdan ne raziye. Ev jî ne tenê li navxweyê Tirkiyê, belkî li her derî. Armanca Tirkiyê ew e ku kurd li parçeyên din ên Kurdistanê jî ti mafan bi dest nexin. Ji ber dizanin ger li parçeyekê pêşveçûn hebe, wê bandora wê li ser parçeyên din jî çêbibe. Ji bo wê jî ji hebûna kurdan ne raziye.”

Serokê KADEPê û parlamenterê Amedê Şerafedîn Elçî anî ziman ku divê em ji helwesta Tirkiyê agehdar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li gor helwesta Tirkiyê em agehdar bin û em çi bikin. Em dewleta Tirkan nas dikin û dizanin tişta di xêra Kurdan de be naxwazin. Ew tişta di xêra kurdan de wekî zerera xwe dibînin. Ev siyaset wê bibe sedemê malxirabûna wan.”

Rûdaw

Diğer Haberler