Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Serdana Girîng Destpê Kir

Serdana Girîng Destpê Kir

19 Nisan 2012 Perşembe 15:42
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesud Barzanî, ji bo hevdîtinên siyasî û dîplomatîk hate Stenbolê. Barzanî îro bi Serokwezîr Erdoğan ve dê were ba hev.

Barzanî bi protokola fermî ve hat pêşwazî kirin. Giringiya vê serdanê eve ku birêz Barzanî piştî serdana Amerikayê tê Tirkiyeyê. Piştî vekişîna eskerên Amerikayê li Iraqê hin pirsgirêk û tevlihevî derketin.

Hevdîtina Erdoğan û Barzanî dê seet dora 14:00'ê de li qesra Dolmabahçeyê werin ba hev.Tê texmînkirin ku rojeva herî girîng talukeya şerê mezhebiye ku dê di civînê de cihekî girîng bigre. Rewşa Sûriyê û Tarik El Haşimî ji dê were rojeva civînê.

Beriya hatina Barzanî Serokê BDPê Selahhatin Demirtaş duh gotibû ku 'Pirsa Kurd Bi Barzanî ve çareser nabe!" piştî vê daxuyaniya Demirtaş, hin pîspor texmîn dikin ku, ji bo çareseriya pirsa Kurd de Barzanî roleke din bigre.

Serok Barzanî sibê jî ji hêla Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul ve tê pêşwazîkirin.

Barzanî heya 2 rojan dê li Tirkiyê bimîne.  (xeberen kurdi)

Diğer Haberler