Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Serfermandarê Giştî yê berê yê Tirkiyê hat binçavkirin

Serfermandarê Giştî yê berê yê Tirkiyê hat binçavkirin

03 Ocak 2013 Perşembe 19:17
Serfermandarê Giştî yê berê yê Tirkiyê Îsmaîl Hakki Karadayi li Stenbolê hat binçavkirin.

Hate diyarkirin ku Serfermandarê Giştî yê berê yê Tirkiyê Îsmaîl Hakki Karadayi, ji aliyê ekîbên polîsan ên Enqereyê ve hatiye binçavkirin. Ekîbên polîsan ku çûn Stenbolê, ji Malaartêşê ya Fenerbahçeyê, Karadayi binçav kirin. Çav li rê ye ku d i saetên pêş de Karadayi bibin Enqereyê. Karadayi, di çarçoveya lêpirsînîna 28'ê Sibatê de, dê îfade bide Dozger Mustafa Bîlgîlî. Karadayi, di 30'ê tebaxa 1993'yan de ji bo salekê bû Fermandarê Hêzên Bejayî. Ji 30'ê tebaxa 1994'an ve bû Serfermandarê Giştî. Di pêvajoya 28'ê Sibatê de Serfermandarê Giştî bû. Li gorî nûçeyên di beşeke çapemeniya Tirkiyê de hatin weşandin, bi Serokomarê demê Suleyman Demirel re li hev kirin û darbeya leşkerî ya tê îdîakirin Çevîk Bîr plan kiriye, asteng kirin. Karadayi, di 30'ê tebaxa 1998'an de ji ber temenê xwe teqawit bû. 

Heta niha di çarçoveya vê lêpirsînê de 90 kes hatine binçavkirin. 2'yemîn Serfermandarê Giştî yê demê yê teqawit Orgeneral Çevîk Bîr jî di nav de 60 kes hatibûn girtin.(Rûdaw)

 

Diğer Haberler