Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şermezarkirina Êrîşên Li Ser Kurdan

Şermezarkirina Êrîşên Li Ser Kurdan

01 Eylül 2012 Cumartesi 04:49
Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa Azadî, polîtîkayên dewleta Tirkiyê yên li ser înkar û çewisandinê ku hê jî didomin şermezar dike.

Înîsiyatîf, dixwaze ku dewleta Tirkiyê dev ji van polîtîqayên asîmîlasyon û zordestiyê  yên ku bi deh salan in didomin berde. Herwiha mafên netewa Kurd di warê qanûnî û makeqanûnî de bê naskirin û bikeve bin temînatê.

Înîsiyatîfa Azadî, êrîşên li ser neteweya Kurd ên bi plan û organîze ku ji atmosfera şer û aloziyên mînanî wê diqewimin şermezar dike. Ev êrîşên nijadperest ên ku em her rojê rastî yekê ji wan tên; piştî êrîşa dilsojane ya Dîlokê/Entabê ku li hemberî kesên sivîl pêk hat bi kampanyaya ku ji hêla dewleta Tirkiyê û medyaya wê ve li dijî Kurdan hate destpêkirin, zêdetir û belavtir bûn.

Divê Dewleta Tirkiyê û hukûmeta wê, nebe fail û teşwîqkarê êrîşên ku qesda canên Kurdan dikin. Lewra Dewleta Tirkiyê Kurdan wekî hemwelatiyê xwe dibîne û ji ber vê yekê jî ji ewlehiya wan berpirsiyar e.

Berpirsiyar û unsûrên faşîst ên civaka Tirk, teqîna li Dîlok/Entabê ji xwe re dikine hincet û dixwazin ku polîtîqaya çewisandin û mehandina neteweya Kurd meşrû bidêrin. Bi saya vê di her firsendê de êrîşî Kurdan dikin û dixwazin ku heqê heyatê ji wan re nehêlin.

Hemî raya giştî pê dizane ku komên faşîst ên ku piştî teqîna li Dîlok/Entabê êrîşî saziyên partiyên siyasî kirin ji hêla kê ve têne teşwîqkirin û organîzekirin. Lê Wezîrê Karê Hundir ê Dewleta Tirkiyê, ji dêvla ku van êrîşan şermezar bike, li wan xwedî derdikeve û êrîşkaran diparêze.  Wezîrê Dewleta Tirkiyê, êrîşên faşîst ên bi taybetî li hemberî saziyên BDPê û bi giştî jî li hemberî Kurdan têne meşandin bi hessasiyet û hêrsa heqdar ya xelkê ve girêda. Bi vê helwesta xwe jî diyar kir ku Dewleta Tirkiyê, van êrîşên faşîst û daxwazên kuştina Kurdan diparêze û li wan xwedî derdikeve.

Di vê atmosfera nefret û kînê de:

-Malbateke Kurd li nexweşxaneya Bakırköyê ya Dewletê ji ber ku di nava xwe de bi Kurdî axivîne rastî êrîşa komeke faşîst hatine. Faşîstan xwestiye ku malbatê lînç bikin, lê polêsan qet mudaxele nekiriye û tenê temaşe kiriye.

-Piştî wê, malbatên ku wekî karkerên demsalî hatine Sakaryayê, rastî êrîşa komeke faşîst hatine. Koma faşîst a ji sedan kesan pêkhatî, êrîşî van malbatên Kurd kiriye û di encamê de jin û zarok jî di nav de 18 kes birîndar bûne. Lê polêsên Tirk li hemberî koma êrîşkar pir xweşbîn tevgeriyane û êrîşên nijadperest teşwîq kirine. Bi vê yekê rê li ber daxwazên lînçkirina Kurdan vekirine.

Bi baweriya me, dewleta Tirkiyê bi zanebûn destûra van êrîşên hovane û faşîst dide. Herwiha saziyên sivîl ên Misilman- muhafezakar û şexsiyetên wan ên xuyayî jî ev konsepta nijadperest xwedî li van êrîşên hovane derketine. Ev helwest ji hêla me ve bi îbret tê taqîbkirin.

Bi vê munasebetê, em naletê li êrîşên şovenîst û neînsanî yên li hemberî ferdên Neteweya Kurd tînin. Gaziya me li Dewleta Tirkiyê ya ku Kurdan wekî hemwelatiyê xwe dibîne û ji ber vê yekê jî ji ewlehiya wan berpirsiyar e wiha ye: Divê pêşiya van êrîşên hovane yên qesda canên Kurdan dikin bigire û derbarê cezakirina kesên berpirsiyar de jî wezîfa xwe bicih bîne.

Nûneriya Înîsiyatîfa Azadî ya Stenbolê

Diğer Haberler