Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Serokatiya Herêmê kuştina çend leşkerên Tirkiya şermezar kir

Serokatiya Herêmê kuştina çend leşkerên Tirkiya şermezar kir

19 Mayıs 2012 Cumartesi 12:18
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî kuştina hejmarek leşkerên Tirkiya serkut kir û ragihand ku ew êriş bê encam e û xizmeta ti aliyekî nake

Hewlêr, 19 Gulan – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî kuştina hejmarek leşkerên Tirkiya serkut kir û ragihand ku ew êriş bê encam e û xizmeta ti aliyekî nake.

Pêncşema borî, di encama şer û pevçûnekê navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiya de, 3 efserên artêşê li navçeya Hatay hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Peyvdarê fermî yê Serokatiya Herêmê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em wek Serokatiya Herêma Kurdistanê wî şer û kuştarî bi tundî şermezar dikin û bi baweriya me ziyaneke mezin digihîne hewlên aştiyê.”

Serokatiya Herêmê got jî, “Ew êriş û kuştar bê encam e û xizmeta ti aliyekî nake û divê rêya aştiyane bigire ber.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, “Gelek caran me tekîd kiriye ku ev curên karan xizmeta gelê Kurdistanê û prosesa demokarsiyê li navçeyê nake.”

(AKnews)

Diğer Haberler