Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Serokê MAZLUMDERê: Li dijî kurdan darbe hat kirin

Serokê MAZLUMDERê: Li dijî kurdan darbe hat kirin

20 Mart 2017 Pazartesi 00:39
Serokê MAZLUMDERê Faruk Unsal û nûnerên kurd ên di wê rêxistinê de dibêjin, ku li dijî Kurdan kûdetayek hatiye kirin.

Komeleya ji bo bergirî li mafên mirovan (MAZLUMDER) îro bêyî şaxeyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê kongreya xwe li Enqerê dest pê kir. Serokê MAZLUMDERê Faruk Unsal û nûnerên kurd ên di wê rêxistinê de dibêjin, ku li dijî Kurdan kûdetayek hatiye kirin.

Komleya piştgrî bo mafê mirova û mazluman mazlum der ku yek ji komeleyên herî diyar li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye û bergiriyê li mafê mirovan dike, îro li Enqereyê kongreya xwe ya warte bêyî beşdariya endamên xwe yên kurd pêk anî.

Komleya piştgrî bo mafê mirova û mazluman (MAZLUMDER) nêzîkî 26 salan e ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bergiriya mafê mirovan dike. Lê di demên dawî de komleya navborî rastî kêşeyên siyasî hatiye.

MAZLUMDERê kongreyeke awarte li Enqereyê darxist, ku şaxên Kurdistanê kongre baykot kirin.

Demek e, ku kurdên di nav MAZLUMDERê de dibêjin, ku baskên tirk ketine bin bandora hikumetê û ew naxwazin rengê Kurdî û Kurdistanî di nava MAZLUMDERê de bimîne. Şaxên kurdî yên MAZLUMDERê dibêjin li dijî kurdan darbeyeke hatiye kirin.

Serokê Şaxeya Stenbolê ya MAZLUMDERê Ramazan Beyhan ji Rûdawê re ragihand: “Hindek keşeyên me yên navxweyî hene, ji ber wê beşek endamên me daxwaza kongreyê kirine. Em jî kongreya xwe ya awarte li dar dixin û em dê serokekî nû ji xwe re destnîşan bikin.”

Piranî baskên tirk ên MAZLUMDERê dibêjin, kongreya wan rewa ye û li gorî biryara dadgehê tê encamdan.

Endamê Şaxeya Stenbolê Mehmet Alî Korkmaz jî li ser birêveçûna kongreya awarte ya MAZLUMDERê ji Rûdawê re axivî.

Mehmet Alî Korkmaz got: “Ji bo ku em dîsa li ser pîyên xwe bisekinin me weke şaxa stenbolê ya mazlum derê biryara kongereyê stand. Çi karên neyasayî nîne. Berevajî vê yekê karê me ew e, ku em lidijî gendelî û karên xirap bisekinin.”

Serokê MAZLUMDERê Faruk Unsal jî li dijî kongeryê derdikeve û dibêje, bi piştgiriya dadgehan li dijî kurdan darbeyek hatiye pêk anîn.

Serokê Mazlumderê Faruk Unsal di da xuyaniyeke bo Rûdawê de destnîşan kir: “Hindek alî me bi netewperestiya kurdî tobetbar dikin. lê heta niha me çi endamên me ne di asta serokatiyê de me piştgriya tundîyê nekiriye û em nakin jî. Lê ew dixwazin em rastiyan veşêrin. Ew bûxtanê bi dikin, bila keremkin gotinên xwe îsbat bikin.”

Li aliyekê din ve, Serokê şaxeya Amadê ya MAZLUMDERê jî behsa nakokiyan dike û dibêje, “hindek baskên MAZLUMDERê dixwazin, em li dijî mafên kurdan kar bikin.”

Serokê Şaxeya Amedê ya MAZLUMDERê Reha Ruhawî ji Rûdawê re diyar kir: “Hun jî dizanin meseleya mafê mirovan zêdetir peywendî bi Kurdistanê heye. Şax û endamên ku li qadê her tiştî dibînin em in. Em jî dema ku raportekê amade dikin, em bang li her aliyekî dikin. Em gazî şaxê Stenbol û Îzmîrê jî dikin, lê nêzî salekê ye ev heval ne tevlî rapora dibin, ne li ser raporan nêrîn û rexneyên xwe parve dikin. Dema rapor derketin jî bi rêya çapemeniyê li dijî raporan daxuyaniyê didin.”

Rêveberiya kongeraya MAZLUMDERê jî rê neda ku çi dezgehekê çapemeniyê rûmala kongreyê bike.(Rûdaw) 

Diğer Haberler