Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi BDP’ê re civiya

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi BDP’ê re civiya

02 Ocak 2013 Çarşamba 18:37
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîcek bi Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş re civiya.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek ji bo kar û xebatên Komîsyona Lihevhatinê ya Makeqanûnê di mehên destpêkê yên sala nû de jî berdewam bikin bi Hevserokên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş re civiya. Di civînê de ji bilî hevserokan Serokê Koma BDP’ê Parlamenterê BDP’ê yê Çewlîkê Îdrîs Balûken jî amade bû.

Gera Çîçek a ji bo Komîsyona Lihevhatinê ya Makeqanûnê bi MHP’ê dest pê kiribû û îro piştî civîna bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re jî bi BDP’ê re civiya.

Komîsyona Çêkirina Makeqanûnê Nû ya Tirkiyeyê ji her partiyê 3 parlamenter diniminîne. Ji BDP’ê jî Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, Parlamenterê Amedê Altan Tan û Parlamenterê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu di komîsyonê de cih digirin.

Tê gotin ku armanca gera Çîçek ew e ku partiyên li Parlamentoyê ne piştgiriya ‘Pergala Serokatiyê’ bikin ku ji aliyê AKP’ê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan ve bi taybetî tê xwestin. Daxwaza aliyê BDP’ê jî ew e ku di makeqanûna nû de ‘Xweseriya Demokratîk’ cih bigire û di vê çarçoveyê de meseleya Kurd bê çareserkirin.

Piştî civînê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji çapemeniyê re daxuyand ku ew li dijî diyarkirina demekê kurt in.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî piştî civîna bi Çîçek re got ku ji bo çêkirina ‘makeqanûneke azadîxwaz’ nabe ku demekê kurt bê diyarkirin. Her wiha her du lîderên opozîsyonê diyarkirin ku Çîçek di civînê de gotiye ku diyarkirina dema kurt di rojeva wan de tune.(Rûdaw)

Diğer Haberler