Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Serokwezîrê Sûriyê beşdarî mûxalifan bû

Serokwezîrê Sûriyê beşdarî mûxalifan bû

07 Ağustos 2012 Salı 00:03
Serokwezîrê Sûriyê Riyad Hîjab ji peywira xwe istifa kir û beşdarî serhildêran bû.

Serokwezîrê Sûriyê Riyad Hîjab ji peywira xwe istifa kir û beşdarî serhildêran bû. Hîjab ê ku ev du meh bûn hatibû hilbijartin, bi rêya berdevkê xwe Mihemed el Otrî ev daxuyanî da televizyona El Cezîra: "Ez didim xuyandin ku ez ji rejîma kujer û terorîst veqetiyame û beşdarî şoreşa azadî rûmetê bûme."

Li gor daxuyaniya berdevkê Riyad Hîjab, ev du meh bûn wî haziriya revê dikir. Li gor agahdariyên tên, serokwezîrê Sûriyê yê reviyayî bi alîkariya Artêşa Azad ji sînorê Sûriyê derbasî Ûrdinê bûye û niha li wêderê ye. 

Pêşiya daxuyaniya Riyad Hîjab belav bibe, televizyona Sûriyê ya fermî îdia kiribû ku ew ji peywirê hatiye girtin. Li şûna Hîjab niha jî cîgirê wî Omer Galawaҫî ji hêla rejîma Sûriyê ve wekî serokwezîrê demkî hate hilbijartin.

Wezîrê Darayî jî xwast bireve lê hate girtin

Di vê navberê de li gor agahdariyên tên bi destxistin Wezîrê Darayî yê Sûriyê  Mihemed el Cileylatî jî hewla revê kir. Lê belê wezîr Cileylatî pêşiya bireve ji hêla hêzên rejîmê ve hate girtin.(Rûdaw)

Diğer Haberler