Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekirê hatin bibîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekirê hatin bibîranîn

29 Haziran 2012 Cuma 00:36
Bi helkefta salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, li bajarê Diyarbekirê kombûnek ji aliyê tevgera Azadî ve hat sazkirin. Di kombûnê de bang li dewleta Tirkiyê hat kirin, mafên gelê kurd bê dayîn.

Li gorî nûçeya CNN Turk, îro li Diyarbekirê, Şêx Seîd û hevalên wî, ku 29 Hezîrana 1925 ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibûn bidarvekirin, hatin bibîranîn.

Li gorî nûçeyê, di kombûnê de, ku ji aliyê tevgera Azadî ve hat sazkirin, nêzîkî 50 kes beşdar bûn û bi hildana wêneyên Şêx Seîd û hevalên wî li meydana Dagkapi ya Diyarbekirê kom bûn û daxuyaniyên kurdî û tirkî dan.

Bi navê komê, Adnan Firat, bi tirkî axivî û got, Şêx Seîd li hember tunekirina nirxên millî û îslamî yên Kurdistanê rabû lê ji aliyê dewletê ve hat serkutkirin.

Firat, diyar kir, lê xelkê Kurdistanê vê yekê qebûl nekiriye û nake jî.

Firat, xwest, agirbesteke giştî bê ragihandin û şer nemîne û hemû girtiyên siyasî yên kurd bên berdan û di qanûna nû ya bingehîn de, mafê rêvebirin û azadiyên gelê kurdê bê dabînkirin.

Piştî daxuyaniyê, komê bo Şêx Seîd û hevalên wî dua kirin û li hev belav bûn.

AKnews
 

Diğer Haberler