Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Seyda: Di demeke nêzîk de hikûmeta demkî tê ragihandin

Seyda: Di demeke nêzîk de hikûmeta demkî tê ragihandin

24 Ağustos 2012 Cuma 15:51
Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) Ebdilbasit Seyda ku kurd e ji Parîsê ragihand, karekî cidî tê kirin ji bo ragihandina hikûmeteke demkî li Sûriyê.

Serkirdeyekî ENKSê jî dibêje, "bila di şûna damezrandina hikûmeta demkî de, hewl bidin yekîtiya opozisyona Sûriyê pêk bînin."
 

Serokê ENSê Ebdilbasit Seyda, berî du rojan û piştî civîna wan wek ENSê li gel serokê Fransayê li Parîsê, daxuyand, “Em gotûbêjên berfireh li gel hemû pêkhateyên Sûriyê dikin derbarê avakirina hikûmeta demkî. Piştî ku gotûbêj xelas bibin, em ê di demeke nêzîk de hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihînin. Lez ji vê pirsê re navê, nemaze divê hikûmeta demkî karûbarên xwe li hundirê Sûriyê bide meşandin.”

Endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku ew daxuyaniyên Seyda red dikin û got: “Mixabin heta niha gelek hikûmetên dijberiya Sûriyê li derveyî welêt hatine damezrandin. Lê ENSê derfeteke mezin û zêrîn ji dest dide dema ku pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyê, yanî kurdan, piştguh û înkar dike. Kurd pêkhateya sereke ya duyem in li welatê Sûriyê piştî ereban.”

Derbarê dema damezrandina hikûmeta demkî ya Sûriyê jî, Mehmûd Mihemed ku endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) ye jî, got: “Niha dem zû ye mirov rabe ji xwe re hikûmetan damezrîne, ji ber ku hê rêjîma Esed neketiye. Di baweriya min de, divê dijberiya Sûriyê di şûna damezrandin û ragihandina hikûmetên demkî de, bixebite û hewldanên zêde bike ji bo refên dijberiya Sûriyê bike yek û hêzên dijberiyê nêzîkî hev bike. Yekîtiya dijberiya Sûriyê tekane riya rûxandina rêjîma Esed e.”

Herwiha navbirî ku wek Abû Sabir jî tê naskirin, teqez kir ku kurd beşekî sereke yê şoreşa Sûriyê ne, lewma divê di “Sûriya paşerojê de”, hemû mafên gelê kurd di destûra nû ya Sûriyê de bên çespandin: “Bi dengekî bilind dibêjim, bila ne Seyda û ne kesên  din niha behsa damezrandina hikûmetan nekin, lê yekîtiya opozisyona Sûriyê pêk bînin, ji ber ku ev yek pêk hat êdî rûxandina rêjîma Esed hêsantir dibe.”  (Rûdaw)

Diğer Haberler