Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Seyda: Kurdên Sûriyê jî dê tevlî ENS bibin

Seyda: Kurdên Sûriyê jî dê tevlî ENS bibin

03 Ağustos 2012 Cuma 06:20
Ebdulbasit Seyda, diyar kir, serdana wî bo Hewlêrê bo gotûbêj digel kurdên Sûriyê bûye û got, hewl tê dayîn ku kurd jî bên nav encumena niştimanî ya Sûriyê.

Serokê encumena niştimanî ya Sûriyê (ENS), Ebdulbasit Seyda, diyar kir, serdana wî bo Hewlêrê bo gotûbêj digel kurdên Sûriyê bûye û got, hewl tê dayîn ku kurd jî bên nav encumena niştimanî ya Sûriyê.

Seyda, diyar kir, mebesta wî ji serdana Hewlêrê, hevdîtin digel desteya encumena kurdên Sûriyê bû, ji ber ku ENS dixaze hemû hêzên opozîsyona Sûriyê di bin banê wê de kom bibin.

Li gorî nûçeye rojnameya “Weten” ya Erebistanê, Ebdulbasit Seyda, got, di civîna ku li Hewlêrê bi serokatiya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ha sazkirin, em li ser wê rê ketin ku encumena kurdên Sûriyê jî tevlî encumena niştimanî ya Sûriyê bibin.

Li bara hevdîtinên bi meclisa gel ya ser bi partiya PYD, ku tê îdiakirin nêzîkî PKK ye, Seyda got, emê hewl bidin arîşe û alozî çênebe.(AKnews)

Diğer Haberler