Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Sirri Sakik: Li vî welatî mirin payê kurdan dikeve

Sirri Sakik: Li vî welatî mirin payê kurdan dikeve

18 Haziran 2012 Pazartesi 21:01
Sirri Sakik: “Kesên li girtîgehan namûsa dewletê ne, dewlet ji jiyana wan berpirsyar e. Ger ev kes bi awayeke zindî tên şewitandin, wê çaxê navê vê yekê terora dewletê ye.”

Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, diyar kir 13 mirinên li Girtîgeha Rihayê terora dewletê ye û got, “Kesên li girtîgehan namûsa dewletê ne, dewlet ji jiyana wan berpirsyar e. Ger ev kes bi awayeke zindî tên şewitandin, wê çaxê navê vê yekê terora dewletê ye.” Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu jî eşkere kir ew ê ji bo bûyera girtîgehê şandekê bişînin Rihayê û çi ji destê wan û hikûmetê bê, dê muheqeq bi cih bînin.

Roja şemiyê bi şev li Girtîgeha Rihayê şewatek derket û di encama şewatê de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Li gorî rêveberiya girtîgehê girtiyên edlî di navbera xwe de pev çûn û dest bi serhildanê kirin, qawîş şewitandin. Lê tê gotin ji ber rêveberiya girtîgehê di vê germê de perwaneya li qawîşê jê kiriye, girtiyan dest bi serhildanê kirine. Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî bi girtiyên din ên KCK’ê re di heman girtîgehê de dimîne.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî piştî bûyerê çûn serdana girtîgehê û bûyer lêkolîn kirin. Kişanak, mirina 13 girtiyan weke komkujî bi nav kir. Tanrikulu jî bal kişand kapasîteya vê girtîgehê berê 275 kes bûye, piştre ev kapasîte derketiye 375 kesî. Lê niha li girtîgehê tam hezar û 57 girtî dimînin. Dema mirov germa zêde ya Rihayê jî bîne ber çavan, hejmara zêde ya di qawîşan de bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.

Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, derbarê bûyerê de ramanên xwe bi Rûdawê re parve kir. Sakik, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rêveberî, hikûmet diguherin, rêveberiyên sivîl tên şûna rêveberiyên leşkerî, lê dîsa jî nêrîna dewletê ya li hemberî kurdan naguhere. Sakik, destnîşan kir ku di derbeya 12’ê îlonê de çi diqewimîn îro jî heman tişt diqewimin û wiha got: “Van kesan li Girtîgeha Bayrampaşaya Stenbolê, li Girtîgeha Ulucanlarê jî heman zilmê li girtiyan kir. Di 1996’an de, li Zindana Amede heman zilm li girtiyan kirin û bi dehan girtî jiyana xwe ji dest dabûn. Sal 2012, heman dîmen îcar li Girtîgeha Ruhayê pêk tê.” Sakik, got li vî welatî tenê mirin para kurdane û muxalifan dikeve û wiha axivî: “Bûyera li Roboskiyê çiqas giring be, komkujiya li Girtîgeha Rihayê jî ewqas giring e. Rayedar dibêjin, girtiyên ku mirine ne sûcdarên terorê ne. Terora rastîn ev polîtîkayên zilimkar in. Terora dewletê ev e. Jiyana van girtiyan di bin mîsogeriya we de ye, ew namûsa we ne. Ger ev kes bi awayeke zindî bên şewitandin, navê vê yekê teror e.”

Ensarîoglu: Em ê şandeyek bişînin girtîgehê

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu jî got ew ji ber vê bûyerê gelek xemgîn e û divê pirsgirêkên li girtîgehan muheqeq careke din bên nirxandin. Ensarîoglu, destnîşan kir çi hewce bike divê bê kirin û ji Rûdawê re ev tişt gotin: “Di serî de tenduristî û ewlehiya girtiyan, çi hewce dike, divê bê kirin. Pêwîst e standardên girtîgehên me jî weke standardên cîhana nûjen û hemdem bin. Tam 13 mirov mirin. Ev ne bûyereke biçûk e. Em ê bikevin dewrê, şandekê bişînin girtîgehê. Hem hikûmeta me û hem jî em, tişta pêwîst dike, em ê bikin.”

Maşallah Dekak-Rûdaw

Diğer Haberler