Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Siyaseta CHPê ya Derbarî Kurdan Ne Zelal e

Siyaseta CHPê ya Derbarî Kurdan Ne Zelal e

01 Eylül 2010 Çarşamba 19:37
Prof. Dr. Doğu Ergil got, Serokê Giştiyê Partiya Komargeriya Gel Kemal Kılıçdaroğlu, derbarî pirsgirêka kurd de “mesajên aqlêselîm” dide, lê hê nediyare ev yek bibe siyaseteke sîstematîk an na.
Prof. Dr. Doğu Ergil got, Serokê Giştiyê Partiya Komargeriya Gel Kemal Kılıçdaroğlu, derbarî pirsgirêka kurd de “mesajên aqlêselîm” dide, lê hê nediyare ev yek bibe siyaseteke sîstematîk an na.

Prof. Dr. Doğu Ergil, daxuyaniyên Kılıçdaroğlu, lîderê partiya muxalefeta sereke CHPê yên Batman û Dêrsimê ji AKnewsê re nirxandin.

Prof. Dr. Ergil got, gotinên Kılıçdaroğlu yên wek guhertina nave Bargeha Leşkeriya Mustafa Muğlalı û bo bêdengkirina çekan pêwîst be bi Öcalan û PKKê re rûniştin wek “Ji demeke dirêj ve gotinên herî aqlêselîm” bi nav kir.

Prof. Dr. Ergil got, hê nediyare ka tiştên ku Kılıçdaroğlu dibêje, wê şêweya siyaseteke sîstematîk bigre yan negire û domand, “Ev yek bi beşdarbûn û erêkirina endam û saziyên partiyê ve mimkûn e.”

Prof. Dr. Ergil balê kişand ku, CHP, “partiya bajariyan” e û bibîr xist ku, di dema serokê giştiyê berê Deniz Baykal de  jî “pêşvekirina çarşefê” hatiye kirin û domand, “Lê jinên CHPî li Mêrsînê çarşef qetandin. Hewldanên lihevhatina bi civaka ku kevneşopiyêve girêdayîne re çiqas ji hêla CHPiyên bajaran ve bête qebulkirin nediyar e.”

Prof. Dr. Ergil, destnîşan kir ku, bo CHP bikaribe pêşiya siyaseta xwe ya kurd tesbît bike, pêwîstiya vekolîn û anketan heye û ji ber di deste wî de dane nîn in, ew naxwaze spekulasyon bike.

Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu, di 24 û 25ên tebaxê de, di 5 bajarên ku bi piranî kurd lê dijin de mitîng li dar xistibû.

Kılıçdaroğlu li Wanê ji hikûmetê xwest ku, bila navê Barîgeha Leşkeriya Mustafa Muğlalı bête guhertin û di mitînga Dêrsimê de jî got, bo bêdengkirina çekan pêwîst be bi PKK û lîderê wê Öcalan re rûniştin dibe û bexşîneke giştî jî mimkun e.

- Mustafa Muğlalı kî ye?

General Mustafa Muğlalı, li Ozalpa Wanê ser sînorê Tirkiye û Îranê bi gulebarankirina 33 gundiyan hate darizandin û bi cezaya darvekirinê hatibû mehkumkirin û piştre jî ew ceza bi mehkumkirina 20 salê hatibû guhertin. Mağlalı di berfanbara 1951 de, di girtîxaneyê de miribû.

Di sala 1994 de li Ozalpa Wanê, navê Barîgeha Leşkeriya Ozalpê, wek Barîgeha Leşkeriya Mustafa Muğlalı hatibû guhertin.

AKnews 

Diğer Haberler