Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Sofî: Amed bêyî Hewlêr, Qamîşlo jî bêyê Mihabad nabe

Sofî: Amed bêyî Hewlêr, Qamîşlo jî bêyê Mihabad nabe

24 Haziran 2012 Pazar 00:23
Nûredîn Sofî, diyar kir, destkeftên Herêma Kurdistanê yê xwe dibînin û wiha axivî, “Amed bêyî Hewlêr û Qamîşlo jî bêyî Mihabad nabe”.

Fermandehê giştî yê baskê çekdarî yê PKK, HPG, Nûredîn Sofî, diyar kir, destkeftên Herêma Kurdistanê yê xwe dibînin û wiha axivî, “Amed bêyî Hewlêr û Qamîşlo jî bêyî Mihabad nabe”. Sofî, got, ew amade ne li her derî kurdan biparêzin.

Fermandehê giştî yê HPG, Nûredîn Sofî, ji televîzyona kurdî ya NRT, ku navenda serekî ya wî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ye, axivî û diyar kir, rojhilata navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, ji ber wê jî kurd êdî statûyê qebûl nakin.

Sofî, got, hebûna gerîlayên PKK li ser sînorê Herêma Kurdistanê, bo herêmê jî wek ewlehî ye û wiha axivî, “Li gelek deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hêzên HPG hene lê tu carî hêzên me bo Herêma Kurdistanê gef û metirsî çênakin, ji ber ku em destkeftên herêmê yê xwe dibînin. Em dizanin ku Amed bêyî Hewlêr û Qamîşlo jî bêyî Mihabad nabe.”

Wî rayedarê pilebilind ê PKK, diyar kir, dewleta Tirkiyê li Herêma Kurdistanê yek mebesta wê heye ew jî Mûsil û Kerkûk e, ji ber ku tirk veqetandina van her du bajaran li sala 1923 ji xaka xwe qebûl nakin.

Nûredîn Sofî, da zanîn, par 1600 xort û keç beşdarî HPG bûne. Sofî, îdiayên hebûna hêzên wan li rojavyê Kurdistanê (Sûriyê) jî derewand û got, hêzên me neçûne wir lê gelê me li wir bixwe xwe diparêzin, lê dîsa jî li ku derê pêwîst bike em amade ne kurdan biparêzin.

Sofî behsa daxuyaniyên şaredarê bajarokê Celewla, ku beşek ji deverên arîşedar ên navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, jî nirxand û got, hêzên wan dikarin li her derî kurdan biparêzin.

AKnews
 

Diğer Haberler