Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Şoreşa Sûriyê bazara Kurdistanê giran kiriye

Şoreşa Sûriyê bazara Kurdistanê giran kiriye

13 Temmuz 2012 Cuma 15:47
Di salên borî de Sûriyê çavkanî û dergehekî girîng ê bazirganî bû ji bo parêzgeha Dihokê û piraniya bazirganan nemaze bazirganên cil û bergan kelûmelên xwe ji Sûriyê dianîn.

Dihok Di salên borî de Sûriyê çavkanî û dergehekî girîng ê bazirganî bû ji bo parêzgeha Dihokê û piraniya bazirganan nemaze bazirganên cil û bergan kelûmelên xwe ji Sûriyê dianîn, lê piştî têkçûna rewşa eminî ya Sûriyê, vêga gelek bazirganên kurd nikarin herine Sûriyê.

Vêga gelek bazirganên Dihokê ji bo anîna kelûmelan diçin Tirkiyê, Çîn, Hindistan û çend welatên din, vê yekê jî bandor kiriye li ser bazarê, çiku heta ku kelûmelên xwe digihînin Kurdistanê xerciyeke zêdetir dikin û bi nirxeke girantir ji kelûmelên Sûriyê, dikirin.

Yûnis Emîn ku cil û bergên zarokan difiroşe, zêdetirî 10 salan bû diçû Sûriyê ji bo anîna cil û bergên zarokan, lê piştî têkçûna rewşa Sûriyê, ew bazirgan êdî neçûye Sûriyê. Bi vî awayî jî derfeta dikandaran ji bo çûn û anîna para xwe ji cil û bergan kêm bûye û ew êdî kelûmelan ji firoşkaran bi kom dikirin.

Yûnis Emîn ku dikana wî li bazara mezin a Dihokê ye, dibêje: “Berê me cil û berg bi erzanî ji Sûriyê dikirin û me bi erzanî jî difirotin, lê ji wextê ku em naçin Sûriyê cil û berg pir giran bûne, wek mînak hinek parçe 2 dolar hatiye ser wan.”

Vêga Yûnis ji bo anîna cil û bergên zarokan diçe Hindistanê û dibêje: “Kirêya çûn û hatin û guhastina kelûmelan ji Hindistanê pir giran e, lewma em neçar in kelûmelan giran bifiroşin.”

Heta ku rewşa Sûriyê têk neçûbû, xwediyê pêşangeha Pişkivîn Elî Hacî, mehane carekê diçû Sûriyê û bi buhayê 20-30 hezar dolaran cil û berg dikirin. Elî Hacî got: “Cil û berg li Sûriyê pir erzan bûn, me jî erzan difrot, lê vêga gelek bazirgan newêrin herin Sûriyê, her herin jî bi tirs û leriz her 5 mehan carekê diçin.”

Berê piraniya wan cil û bergên ku li bazarên Herêma Kurdistanê hebûn, nemaze jî bazarên Dihokê, ji Sûriyê bi nirxeke baş digihîştin ber destê kiryaran, lê vêga bazirgan ji bo anîna cil û bergan berê xwe didin Tirkiyê û Hindistanê.

Yûnis dibêje: “Hindistanê pir dûr e, ji bo her çûnekê 11 roj pêwist in, xerciya her çûnekê jî digihe 3500 dolaran, ev jî hemû ziyanê digihîne welatiyan, çiku nirxê kelûmelan giran li ser me disekine û em neçar dibin wan bi giranî bifiroşin.”

Enes Hacî, ku bavê du zarokan e, hatibû bazarê ji bo kirîna cil û bergan ji bo zarokên xwe, wî got: “Nirxê cil û bergan pir bilind bûye, berê te pantolê zarokê xwe yê 6 salî bi 8 hezar dînaran dikirî, vêga bûye 13 hezar dînar, ev nirx jî pir e ji bo maleke hejar.”

Berê piraniya kelûmelên xwarin, cil û berg, otomobîl û tiştên din, ku ji Îmarat û Brazîl û welatên din digihîştin Sûriyê, ji wir rasterast bi barhilgirên Sûriyê bi riya Lazqiye û di dergehê Rebîa de digihîştin Herêma Kurdistanê di demeke zû de, lê vêga kamyon neçar dibin herin Mêrsînê û ji wir jî bi riya dergehê Îbrahîm Xelîl bêne nava Herêma Kurdistanê. Bi vî rengî jî riya wan dûr dibe û kirêya guhastina wan jî zêdetir dibe.

Mamosteyê zanîngeha Dihokê û endamê civata aborî ya Herêma Kurdistanê Xelîl Xazî dibêje: “Piştî têkçûna rewşa aram a Sûriyê, ew bazirganiya ku bi riya Sûriyê dihat kirin bi carekê nema, lewma niha bazirganiya han hatiye guhastin ji bo bajarê Mêrsînê, di vê demsalê de jî ku demsala turîzmê ye, kelûmel li Tirkiyê giran bûne, lewma bandor li bazarên Herêma Kurdistanê kiriye.”          

Rûdaw

Diğer Haberler